Di çalakiya li dijî komkujiyan de tecrîda Îmraliyê hat şermezarkirin

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê bi wesîleya salvegera Komkujiya Mereş, Roboskî û girtîgehan daxuyanî dan û tecrîda Îmraliyê şermezar kirin.

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê bi wesîleya salvegera Komkujiya Mereş, Roboskî û girtîgehan li kolana Sakaryayê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê nûnera Rojnameya Altinterî ya Enqereyê Zarîfe Çamalan ve hat xwendin. 

BERTEKA LI DIJÎ TECRÎDA ÎMRALIYÊ

Zarîfe Çalaman diyar kir ku bi komkujiya "Operasyona Vegera Jiyanê" ya 19'ê Kanûna 2000'an xwestin krîza dewletê derbas bikin û got, “Dewlet bi komkujiya 19'ê Kanûna 2000'an ên li girtîgehan nekarî vîna girtiyên siyasî teslîm bigire. Niha dixwaze bi kûrkirina tecrîdê vê planê bi encam bike. Dixwazin tecrîdê li hundir û derve bi şêwazên herî tund kûrtir bikin. Rastiya vê ya li ber çavan tecrîda li Îmraliyê ye.”

Zarîfe Çalaman Komkujiya Mereşê bi bîr xist û wiha domand: “Burjûwaziya Komara Tirkiyeyê ya ku piştî têkçûna împaratoriyeke hilweşiyayî hat avakirin; herî zêde ji komunîzmê, ji Kurdan û ji serhildana gundiyên feqîr ditirse. Ji ber ku yek ji rêyên pêkanîna polîtîkaya avakirina dewleta îslamî ya Sunnî, tinekirin û girtina Elewî, Kurd û şoreşgeran bû.”

'GELÊ KURD TEVÎ KOMKUJIYAN JÎ TESLÎM NEBÛ'

Zarîfe Çalaman bi bîr xist ku Kurdên ji Roboskî bazirganiya li ser sînor dikirin ji aliyê balafirên şer ve hatin bombebarankirin û wiha pêde çû: “Cenazeyên 34 gundiyên Kurd ku 17 ji wan zarok bûn, li her du aliyên sînor belav bûn. Yên ku fermana Komkujiya Roboskî dane hatin parastin û xelat kirin. Li hemberî van hemû rastiyan gelê Kurd bi helwesta xwe careke din nîşan da ku ew ê teslîm nebe. Çok nedanîn û serê xwe netewandin."