Bi boneya 46’emîn salvegera Komkujiya Mereşê ya ku bi plana MÎT’ê zêdetirî 500 welatiyên Mereşê ji aliyê faşîstan ve hatin qetilkirin, li salona Çapemeniyê ya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevre yê Swîsreyê panel hat lidarxistin.
Panela ku moderatoriya wê Selda Kavak Torûnoglû kir, dîroknas û nivîskar Mehmet Bayrak, parêzer Îbrahîm Sînemîllîoglû, rojnamevan Elîf Sonzamancî, Prof. Beyza Ûstûn, yek ji şahidên komkujiyê Fîdan Yildirim û hevberdevkê MARDEF'ê Mehmet Ustek beşdar bûn.
BAYRAK: KURDAN BERDÊLA LOZANÊ DAN
Beriya panelê ji bo bîranîna kesên di Komkujiya Mereşê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.
Piştre Mehmet Bayrak bi sernavê “Pêvajoya ber bi komkujiyê ve, çima Mereş” pêşkêşî kir. Bayrak bûyerên ji serdema dawîn a Împaratoriya Osmanî heta salên destpêkê yên Komarê bi awayekî kronolojîk rêz kir û wiha got: “Kemalîstên ku dema Komara Tirkiyeyê ava bû, alîkarî ji Kurdan xwestin, piştre Kurdan di qirkirinê de derbas kirin. Kurdan berdêla Lozanê dan. Di sala 1967’an de li Elbistanê komkujiyeke giran pêk hat. Ji ber ku êdî Elewî xwedî gotin bûn. Piştre di sala 1973'an de li Hatay û navenda Mereşê, di salên 1975 û 1996'an de li Meletiyê û di 1996’an de Komkujiya Gaziyê pêk anî. Komkujiya Garê ya Enqereyê jî komkujiya Elewiyan e. Di gelek belgeyan de biryarên qedexekirina Elewîtiyê hene. Di bin hemû zextan de dewlet heye. Dixwazin jêre bibêjin dewleta kûr an vekirî; MÎT’ê Komkujiya Mereşê plan kir. Belgeya vê yekê jî di arşîva Ecevît de derket. Dema Komkujiya Mereşê pêk hat ez di TRTê de nûçegihan bûm. Nûçeyên gelek xemgîn hatin, lê ev nûçe nehatin dayîn.”
SÎNEMÎLLÎOGLÛ: TIŞTÊN HOVANE QEWIMÎN
Parêzer Îbrahîm Sînemîllîoglû bi sernavê "19-24 Kanûn 1978: Komkujî û çi bû" pêşkêşiya xwe kir. Sînemîllîoglû serpêhatiyên xwe yên piştî komkujiyê anî ziman û got, “Min serî li Baroya Stenbolê û Neteweyên Yekbûyî da. Paşê em wek çavdêr çûn Mereşê. Tiştê ku qewimî hovane bû. Min ji fermandarê leşkerî re got bila bi hesasiyet tevbigerin, lê fermandar ji min re got, ‘Kesê ku pîrek kuştiye û ser serkî xistiye gorê ma wê me gudar bike?’ Zihniyeteke ku jineke ducanî qetil kir, zikê wê birî, zarok jî qetil kir hebû. Di daneyên fermî de tê gotin ku 111 kesan jiyana xwe ji dest dane, lê hin malbat ji ber tirsê mirina ciwanan eşkere ranegihandin.”
Sînemîllîoglû diyar kir ku beriya Mereş û piştî Mereşê gel ji ber baweriya xwe rastî zilmê hatiye û got, "Divê Neteweyên Yekbûyî ya ku em di bin sîwana wê de ne, li hemberî bûyerên bi vî rengî hestiyar be."
FÎDAN YILDIRIM: ZAROKATIYA MIN DIZÎNIN
Fîdan Yildirim diyar kir ku ew dema komkujiyê de zarok bû û wiha got: “Cîranê me Mûsa Funda ku wê demê namzetê parlamenteriyê yê CHP’ê bû, tevî hevjîn û zarokên xwe, xwe spartin me. ax êdî ne ewle bû û ji her alî ve êrîş dest pê kirin. Şevekê bi ser mala Mûsa Funda de girtin. Me dengê çekan û qîrîn bihîst. Mûsa Funda ji bo alîkariya cîranan ber bi mirinê ve bezî. Di wê malê de Mûsa Funda jî di nav de 7 kes hatin kuştin. Jineke ducanî tevî zaroka xwe ya ku nehatibû dinyayê bi awayekî hovane hatin qetilkirin.
Dema ku li ber avahiya edliyeyê êrîş dest pê kirin leşkeran ji bo ewlehiyê biryar da ku me bibin baregehê. Em di rêzê de meşiyan lê dîsa jî êrîş berdewam kirin. Em bi bêhêvî ber bi baregehê ve reviyan. Di baregehê de her kes xemgîn bû. Jinekê zêmar digotin, her kes digiriya. Mereş dişewitî.
Roja dawî ya komkujiyê me li otobusê siwar kirin û birin gundan. Li her derê qêrîn û bêhêvîtî hebû. Em xilas bûn, lê me gelek hezkiriyên xwe winda kirin. Mereş êdî ji bo me tine bû. Piştî demekê me li bajarên wekî Pazarcik, Narli, Dîlok û Mêrsînê belav kirin. Bi salan me nedikarî vegerin Mereşê. Me bi demê re hewl da ku em ji bîr bikin, lê ne pêkan e ku em ji bîr bikin.”
BEYZA USTUN: SEDEMA QIRKIRINA EKOLOJÎK NEBÛNA XWEPARASTINÊ YE
Prof. Beyza Ustun di pêşandana xwe ya bi sernavê "Pêvajoya Temamkirina Guherîna Demografîk: Hilweşîna Ekolojîk" de, diyar kir ku ji ber di civakê de xweparastin tineye, kapîtalîzm bi çavnebariya qezencê her tiştî di destê xwe de digire. Beyza Ustun wiha got: “Pêwîste jiyan ji nû ve were xêzkirin. Divê xweparastina civakê ya hatiye rûxandin ji nû ve bê rêxistinkirin. Kapîtalîzm îro xwe wekî “kapîtalîzma kesk” pênase dike. Lê, dema ku vê yekê dike, ew dev ji armanca xwe ya qezenckirinê bernade. Dewlet xwezayê tine dike. Bi bendavan erdnîgariya Mezopotamyayê wêran dikin."
ELÎF SONZAMANCI: POLÎTÎKAYÊN KOÇBERKIRINÊ DIDOMIN
Rojnamevan Elîf Sonzamanci behsa koçberiya li Mereşê ya piştî komkujiyê kir û got, “Piştî komkujiyê li Mereşê koçberiyek pir dijwar çêbû.Ev dane ne fermî ne, lê tê texmînkirin ku di navbera 50 hezar û 80 hezarî mirov koçber bûn. Dewlet bi zanebûn teşwîqê koçberiyê dike. Polîtîkayên koçberiyê didomin.”
USTEK: EM DIXWAZIN VEGERIN SER AXA XWE
Ji ber ku siyasetmedar Mahmut Togrul nekarî beşdar bibe, Hevserokê MARDEF'ê Mehmet Ustek di penelê de axivî Ustek da zanîn ku ji bo bangewaziyê bi derengî be jî ew li avahiya Neteweyên Yekbûyî ne û wiha got: “Em bang li NY’ya ku em di bin sîwana wê de ne û saziyên navneteweyî dikin; gelê me di qirkirinê de hatin derbaskirin. Yên mayî dan koçberkirin. Vaye yên ku piştî Esad li Sûriyeyê hatin ser desthilatdariyê, li dijî civaka Elewî qirkirinê dikin. Divê her kes li dijî komkujiya Elewiyan xwedî helwest be. Mereşî li hemû cîhanê hene. Em dixwazin şert û mercên vegerê û ewlehiya gelê me yê ku wê vegere were çêkirin."
PIŞTÎ PANELÊ DAXUYANÎ HAT DAYÎN
Beşdarên panelê û axaftvanan piştre li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê daxuyanî dan. Di çalakiyê de wêneyên kesên di Komkujiya Mereşê de jiyana xwe ji dest dane hilgirtin. Endamê Desteya Rêveber a MARDEF'ê Huseyîn Torûn daxuyanî û got, “Ji ber komkujiya Mereşê em îro li vir in. Em di salvegera Komkujiya Girtîgeha Ulucanlar a 19'ê Kanûna 2000'an û Komkujiya Roboskî ya 28'ê Kanûna 2008'an de ne. Li ofîsa çapemeniyê ya NY’ê panel hat lidarxistin. Di panelê de li ser dîrokî, siyasî û bandorên hawirdorê yên Komkujiya Mereşê axaftin hatin kirin.
Niha êrîşên li hemberî Rojava, Kobanê, Nûseyrî û Êzidiyan hene, pêwîste em bi hev re û li dijî komkujî û polîtîkayên ku dewletê li ser me dimeşîne xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin.”