Gerîlayan qada ‘Kevirê Kun’ kirine goristana dagirkeran – HATE NÛKIRIN

Gerîlayên li Şikefta Birîndara bi berxwedaneke mezin qada Kevirê Kun a li Şikefta Birîndara ji bo artêşa Tirk kirine goristan.

Dema gerîlayan nehiştin helîkopterên Skorsky bikevin qadê, leşker jî ji bejahî newêrîbûn bên û bi cerdevanan jî nekarîn bên cenazeyên xwe bibin. Ji ber vê cenazeyên leşkeran 20 roj in li qada Kevirê Kun mane. Artêşa Tirk a ku cenaze terkî rizînê kirî, pêdiviyê pê nabîne ku ku daxuyaniyekê bide.

Di navbera 14-17’ê Nîsana 2022’an de artêşa Tirk bi awayekî dijwar herêma Şikefta Birîndara ya Zapê bi êrîşên hewayî û obusan bomberdûman kir. Artêşa Tirk bi îdiaya ku ‘hema bêje hemû gerîlayên li herêmê îmha bûne’ 17’ê Nîsanê weke herêmên din ên Zapê, bi helîkopterên Skorsky hewl da li Şikefta Birîndara jî leşkeran dayne.

Gerîlayan di tunelên şer û bejahî de wê şevê di bin herî kêm 4 balafirên keşfê de nehiştin ti helîkopter li herêma Şikefta Birîndara dakevin. Helîkopterên ku derb xwarin neçar man ji herêmê dûr bikevin.

Artêşa Tirk a 18’ê Nîsanê û şûnde bi êrîşên hewayî yên dijwar û bomberdûmanên Kobrayan hewl da ji bejayiyê ve bikeve qadê û li herêmê bi cih bibe. Artêşa Tirk hewl da xwe nêzî tunelên şer ên li qada Şikefta Birîndara bike.

Tîmên gerîla yên bi tevger ku ji destpêka şer ve yek ji aktorên herî girîng ên vê berxwedanê bûn, li leşkeran dan û leşker neçar man vekişin û leşker nêzî tunelan nebin.

Leşkerên Tirk ji bo ku nebin hedefa gerîlayan bi vekirina sîwan û baraniyan hewl dan ji herêmê birevin, lê leşkerên ku nizanin sîwanê bi kar bînin, dema direviyan jî bûne hedef.

Leşkerên Tirk ku miriyên xwe birin ber bi aliyê Kevirê Kun ku li noqteyekî dûr ê rêzeçiyaya ku tunelên şer lê hatibûn çêkirin û neçar man belav bibin.

Gerîlayên li Şikefta Birîndara diyar kirin ku li Kevirê Kun zêdeyî 20 cenaze hene ku bi branda û baraniyan kamufle kirine. Ji ber ku gerîlayan nehiştin helîkopterên Skorsky bikevin qadê, cenazeyên leşkeran 20 roj in li qada Kevirê Kun mane. Artêşa Tirk a ku newêrîbû ji aliyê bejahî ve bi pêş ve biçe û cenazeyên xwe bigire, her çiqasê hewl da cerdevanan bîne herêmê û cenazeyên xwe bigire jî, lê bi ser neket.

Artêşa Tirk a ku têkildarî aqûbeta leşkerên ku anîne herêma Şikefta Birîndara ti daxuyanî nade, ji bo veşartina hejmara mirî û birîndarên xwe yên li qadê her tim nûçeyên sixte û derew belav dike.