Cenazeyê şervanên QSD’ê El Hemîd û El Heco hatin veşartin
Cenazeyê şervanên QSD‘ê Ehmed Eswed El Hemîd û Ramî El Heco, bi meresimekê li Şehîdgeha Şêdadê hatin veşartin.
Cenazeyê şervanên QSD‘ê Ehmed Eswed El Hemîd û Ramî El Heco, bi meresimekê li Şehîdgeha Şêdadê hatin veşartin.
Şeniyên herêma başûr a Kantona Hesekê, cenazeyê şervanê QSD'ê Ramî El Heco (Gernas Hesekê) ê ku 30'ê Tîrmeha 2022'yan di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Esediyê yê Zirganê de şehîd bû û Ehmed El Hemîd (Kawa) ê 28'ê Tîrmeha 2022'yan dema erka xwe bi cih dianî li herêma Zîban a Dêrazorê şehîd bûbû, bi meresimekê li goristana şehîdan a navçeya Şedadê hatin veşartin.
Şêniyan, cenazeyê şehîdan ji avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirt û bi karwanekî wesayîtan ku bi wêneyên şehîdan û alên QSD'ê xemilandî ber bi goristana şehîdan a navçeya Şedadê ve ketin rê.
Li goristanê bi deqeyeke rêz hat girtin û ji aliyê şervanên QSD'ê ve meresimek a leşkerî hat lidarxistin.
Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, endama meclisê Îman El Ferec axivî û sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û soza şopandina xeta wan heta bi pêkanîna xeyalên wan da.
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Şedadê Ewde El Hisên jî li ser navê meclisê axivî û got: "Em şerê hemû cûreyên terorê dikin; ji terora cîhanî ya DAÎŞ û şaneyên wê heta terora dewleta Tirk a dagirker dikin ku bi hemû rêbazan, bi êrîşên xwe yên bi balafiran hewil dide têk bibe."
Di dawiya meresimê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Deham El Ferec belgeya şehadetê yên şehîdan xwend û radestê malbatên wan kirin. Paşê cenazeyên wan li goristana şehîdan a Şedadê veşartin.