Cenazeyê şervanê YPG’ê Bektaş bi merasîmeke bi heybet hate veşartin

Bi hezaran welatiyên Dêrikê cenazeyê şervanê YPG’ê Omer Golge (Hogir Bektaş) bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Xebat veşart.

Bi hezaran welatiyên Dêrikê cenazeyê şervanê YPG’ê Omer Golge (Hogir Bektaş) ku 21’ê Cotmehê li Qamişlo ji ber nexweşiya dilêşê şehîd bûbû bi merasîmeke bi heybet li goristana Şehîd Xebat veşartin.

Darbesta şehîd Hogir Bektaş bi wêneyên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al û sembolên Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê hate pêçan. Karwanê cenaze li nava kolanên sereke yên bajarê re geriya û piştre ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve bi rê ket.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û şervanên Hêzên Erka Xweparastinê merasîmeke leşkerî lidarxist. Piştre fermandarê YPG’ê Delîl Mensûr axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha domand; “Dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên xwe hewl dide destkeftiyên şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê têk bibe.  Bi saya fedekariya şehîdan û berxwedana gel a li hemberî dijminan em gihiştine asteke rêxistinbûyînê."

Serokê Yekitiya Oldarên Misliman ê Herêma Cizîrê Mihemed Xerzî jî  axivî û wiha got; “Şehîd Hogir şaxeke di dibistana Rêberê Netewî Abdullah Ocalan e yê ku banga  yekitiya gelan û têkoşîna li hemberî pergalên faşîzim dike."

Li ser anvê  Malbata Şehîd Hogir Mazin Mihemed jî axivî û got; “Em soz didin ku em ê rêya şehîdan heta dilopa dawî ya xwîne xwe bişopînin.”

Piştre nasnameya Şehîd Hogir ji aliyê endamê Meclisa Mablatên Şehîdan a Girkê Legê Qehreman Mihemed ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Girseya gel Cenazeyê şehîd Hogir bi dirûşme û tilîliyên dayîkan li goristanê veşart.