Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

YPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê şehîd eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku şervanê wan Hogir Bektaş (Omer Golge) li bajarê Qamişlo 21’ê Cotmehê ji ber nexweşiya dilêşê şehîd bûye.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şervanê wan Hogir Bektaş (Omer Golge) 21’ê Mijdarê li bajarê Qamişlo ji ber nexweşiya dilêşê şehîd bûye. YPG’ê di şexsê şehîd Hogir de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bibîr anîn û sersaxî ji malbat û gelê Kurd re xwest.

YPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

“Ji bo parastina Şoreşa Rojava û nirxên ku hatine bidestxistin, di serî de gelê me yê Rojava, Bakurê Suriyê û ji her aliyê cîhanê mirovan berê xwe dane Rojavayê Kurdistanê. Ji bo bibin parçeyek ji şoreşê bi rûmetî têkoşîn dane meşandin. Yek ji hevalên me yên ku di nav têkoşîna ku em didin meşandin de rêhevalê me Hogir Bektaş ku di encama êrîşên dagirker a dewleta Tirk liser gelê Kurd, êrîşên asîmîlasyonê û di encama polîtîkayên koçberkirinê a dewleta Tirk neçar maye koçî metropolên Tirkiyê bajarê Stenbolê bike. Rêhevalê me Hogir di dema agirê şoreşê pêket di sala 2011’an de berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û tevlî refên me bûye. Di hemû jiyana xwe ya têkoşînê de hertim ligor rol û misyona ku şoreş daye wê kar û xebat daye meşandin. Rûxmê mezinbûyina temenê xwe, hertim liser xwe maye bi coş û kelecan ji hevalên xwe re bûye mînak. Rêheval Hogir di qadên birdozî, leşkerî û civakî de xebat daye meşandin, herî dawî jî li Qamişlo erk girtiye ser xwe. Rêhevalê me Hogir ku xwe bi dilnizmiya xwe û kedkariya xwe, bi pêşxistin û kurkirina birdozî de bibîr aniye. Wê rêhevalê me Hogir hertim ji aliyê hevalên xwe ve were bibîranîn û wê bîranînên wê di têkoşîna me de jiyan bike.

Em di kesayeta rêhevalê xwe Hogir de hemû şehîdên xwe yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin. Em di serî de ji malbata Golge û hemû gelê xwe re sersaxî dixwazin. Em soza pêk anîna xeyalên şehîdên xwe dûbare dikin û em ê ji bo wê têkoşînekî bê hempa bidin meşandin.”

Li gorî daxuyaniya YPG’ê nasnameya şehîd wiha ye;

Nasnav: Hogir Bektaş

Nav û Paşnav: Omer Golge

Navê Dayik: Musfîka

Navê Bav: Îhsan

Cihê Ji Dayikbûnê: Stenbol

Cih û Demê Şehadetê: Qamişlo / 21'ê  Cotmeha 2018'an