Cenazeyê şervanê YPG’ê Şevger li Sirînê hate veşartin

Bi sedan welatiyên navçeya Sirînê ya herêma Firatê cenazeyê şervanê YPG’ê Setem Casim (Şevger) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li goristanê veşartin.

Welatiyên navçeya Sirînê û gundewarên wê bi merasîmekê cenazeyê şervanê YPG’ê Setem Casim (Şevger) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, bi merasîmekê spartin axê.

Gel li pêşiya avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Sirînê li hev civiyan. Şervanên YPG’ê li vir merasîmeke leşkerî li dar xist. Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Kîlo Hisên, ji fermandarên YPG’ê Esmer Kobanê û li ser navê Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a navçeya Sirînê Abdulrehman Şêx Demir axivîn.

Di axaftina de hate gotin ku çawa di berxwedana Kobanê de ewqas şehîd û qurbanî hate dayîn ji bo ku Efrîn neyê dagirkirin ew ê bêhtir bedelan bidin û soza şopandina şehîdan hate dayîn.

Di dawiyê de  welatiyan darbesta şehîd Şevger li ser milan kirin û li gundê wî Eyoc ê dikeve başûrê rojhilatê navçeya Sirînê spartin axê.