Cenazeyê şervanê QSD’ê Serbest hate veşartin
Bi sedan welatiyên Serêkaniyê cenazeyê şervanê QSD’ê Serbest Mihemed bi merasîmekê li goristana şehîdan a bajêr spartin axê.
Bi sedan welatiyên Serêkaniyê cenazeyê şervanê QSD’ê Serbest Mihemed bi merasîmekê li goristana şehîdan a bajêr spartin axê.
Bi sedan welatiyên Serêkaniyê cenazeyê şervanê QSD’ê Serbest Mihemed (Serbest Serêkaniyê) ku di 12’ê Adarê li bajarê Tebqayê şehîd bûbû, ji Nexweşxaneya Roj a bajêr wergirtin û bi karwanekî wesayîtan berê xwe dan goristana şehîdan a bajêr.
Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û şervanên YPG’ê merasîmeke leşkerî lidarxist. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebûlrezaq Ehmed axivî û wiha got; “Em sersaxiyê ji malbatên têkoşeran re dixwazin, van şehîdan di oxira rizgarkirina welatê xwe de, canê xwe feda kirin. Ji bo parastina rûmet û hebûna gelan şehîd bûn, em ê heta dawiya dilopa xwîna xwe şopdarê rêya wan bin.”
Piştre Endamê Fermandariya YPG’ê Îmad Meno axivî û soz da malbatên şehîdan ku wê heta nefesa xwe ya dawî şopdarên xeta pîroz a şehîdan bikin û wê herêmê ji dagirkeran biparêzin.
Li ser navî malbata şehîd Serbest, bavê şehîd Siltan Mimo axivî û wiha got; “Em bi şehadeta kurê xwe serbilind in. Em ê rêya wî heta dawî bidomînin.”
Piştre nasnemeya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Di dawiya merasîmê de gel cenazeyê şervanê YPG’ê Serbest bi dirûşme û tilîliyan li goristanê spart axê.