Cenazeyê şervanê QSD’ê Osman bi girseyî spartin axê

Cenazeyê şervanên QSD’ê Goran Osman ê di Berxwedana Rûmetê ya li dijî êrîşên dagirkeriya Tirkiye de şehîd bûbû, bi merasîmeke girseyî li Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl a Amûdê spartin axê.

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo cenazeyê şervanê QSD’ê Goran Osman bi nasnav Goran Amûdê yê ku di Berxwedana Rûmeta li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker de li ser navçeya Amûdê di 14`ê Cotmehê de şehîd bûbû, spartin axê.

Şêniyan cenazeyê şehîd ji Navenda Heyva Sor a Kurd a navçeya Amûdê wergirtin û piştre berê xwe da Şehîdgeha Şehîd Ismaîl a navçeyê. Şêniyan wêneyê têkoşerên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û alên YPG û YPJ`ê hildan.

Li goristanê li ser navê Rêveberiya Xweser a Herêma Cirzîrê hevserokê Desteya Hundirîn Kenan Berekat axivî û berxwedana destanî ya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê destnîşan kir. Berekat behsa rola mezin a gelê ku bersiva seferberiya giştî daye kir û got: "Îro şervanên me li eniyên berxwedanê bi xwîna xwe dîrokê dinivîsin."

Piştre jî Saziya Malbatên Şehîdan nasnameya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd li Şehîdgehê spartin axê.