Cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed Şaman hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD‘ê Mihemed Şaman ê beriya çend rojan şehîd bû, bi merasimekî girseyî li Goristana Sirînê hate veşartin.

Cenazeyê şervanê QSD‘ê Mihemed Şaman ê di 29’ê Tîrmeha 2022’an de li Sirînê şehîd bû, bi merasimekî girseyî li Goristana Sirînê hate veşartin. Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û kesayeyên siyasî tev li merasimê bûn. Di merasimê de wêneyê şehîd hate hilgirtin.

Di merasimê de ewilî Serokê Meclîsa Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê, Ferhan Hec Îsa, soz da ku ew ê heta têkbirina terorê û pêkanîna aramiya herêmê, li ser şopa şehîdan bin.

Piştî axaftinan nasnameya şehadetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Cenazeyê şehîd li goristana şehîdan a navçeyê hat veşartin.

Piştî merasima veşartinê, şêniyan berê xwe dan konê sersaxiyê.

Li wir deqeyeke rêz hat girtin, piştre Hevserokê Meclîsa Rêveber a herêma Firatê, Mihemed Şahîn axivî û got: “Herêm di qonaxeke girîng re derbas dibe û divê em vê yekê nas bikin û li hember planên dijmin tevdiran bigrin.“

Mihemed Şahîn soza şopandina rêya şehîdan da û got: “Di rêya heqîqetê de rêya ku şehîdan bi giyanên xwe ji me re nîşan dane, berdewam bikin. Em ê di vê rêyê de li ber xwe bidin da ku armancên xwe pêk bînin, îro pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara xwe dane û xaka me bi xwîna hemû pêkhateyên herêmê hat avdan.”