Cenazeyê şervanê QSD’ê Mihêdî El Ebûd li Şedadê veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Mihêdî El Ebûd (Dilşêr) ê 5’ê Adarê li herêma El Şihêl a Dêra Zorê şehîd bûbû, bi merasîmekê veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD’ê Mihêdî El Ebûd (Dilşêr) ê 5’ê Adarê li herêma El Şihêl a Dêra Zorê şehîd bûbû, bi merasîmekê veşartin.
Bi tevlîbûna sedan welatiyên Hesekê cenazeyê şervanê QSD`ê Mihêdî El-Ebûd ku di 5`ê Adarê de li herêma El-Şihêl a Dêra Zorê şehîd bû ji pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û ber bi goristanê ve ketin rê.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate destpê kir.
Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Fermandar Mihemed El-Sincar axivî û destnîşan kir ku ew ê heta serkeftinê şopdarên rêya şehîdan bin.
Mihemed El-Sincar anî ziman ku şehîd ji bo azadî û parastina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê canê xwe feda kirine.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava dirûşme û tilîliyên dayikan de veşartin.