Cenazeyê şervanê Lîwa Siwar Idlibê Tîzînî spartin axê

Bi tevlbûna bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyê şervanê Lîwa Siwar a girêdayî Cebhet Ekrad Ehmed Tîzînî de cih digirt, li Goristana şehîdan a Minbicê bi merasîmekê spartin axê.

Şehîd Ehmed Tîzînî (Ebû Sitêf) ji bajarê Idlibê ye û şervanê Lîwa Siwar Idlibê ye ku di bin sîwana Cebhet Ekrad a girêdayî QSD`ê de tev digere. Ehmed Tîzînî 8 Hezîranê dema bi erka xwe radibû, şehîd bûbû.

Girseya gel ji pêşiya Nexweşxaneya Firat a Minbicê bi tevlêbûna bi sedan şêniyên bajêr û hevrêyên şehîd berê xwe da goristinê. Şêniyan alên Meclîsa Malbatên Şehîdan, Meclîsa Leşkerî ya Babê, Lîwa Siwar Idlibê, Cehbet Ekrad û wêneyên şehîdan rakirin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî û gel destpê kir, piştre jî li ser navê Lîwaa Siwar Idlib berdevkê Lîwa Siwar Idlib Mehmûd Ebû Xalid axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Mehmûd Ebû Xalid piştrast kir ku şehîdan ji bo ewlehî û aramaniya gelê xwe şehîd bûn.

Bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Hevserokê Komîteya Malbatên Şehîdan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Îbrahîm Xilêf jî sersaxiyê ji malbatên şehîdan re xwest, destnîşankir ku şehîdan di oxira parastina gel û xaka xwe de canê xwe feda kir.

Di dawiyê de li ser navê Meclîsa Jinan a bajarê Minbicê û gundewarên wê endamê rêveberiya meclîsa navçeyê Hec Mihmed axivî û îşaret bi keda şehîdan kir û silav li giyanê hemû şehîdan canê xwe di oxira parastina welêt dane kir û şehîd wek tîrêjên rojê pênase kir.

Piştî ku nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê kir û şûnde cenazyê şehîd spartin axê.