Cenazeyê şervanê enternasyonalîst Kendal Ramon  hate veşartin

Welatiyên Dêrikê cenazeyê şervanê enternasyonalîst yê YPG’ê Kendal Ramon li ser daxwaza Ramon bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik spartin axê.

Şervanê YPG’ê yê ji Îspanyayê Ramon Maria Rull Linhoff (Kendal Ramon) di 13’ê Gulana 2018’an de li di Pêngava Bagera Cizîrê de li gundê Bakozê şehîd bûbû. Ramon beriya ku şehîd bikeve daxwaz kiribû ku cenazeyê wî li Rojava were veşartin.

Li ser wesiyeta Ramon Kendal welatiyên herêma Dêrikê cenazeyê wî ji Nexwşexaneya Şehîd Hogir wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate li darxistin. Li ser navê tabûra şervanên YPG’ê yên enternasyonalîst Heqî Nivîskar axivî û qala têkoşîna Şehîd Kendal a li Rojava û Dêra Zorê kir. Heqî wiha got; “Ji fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bandor bû û hatina Kendal Ramon a ji Îspanyayê bi armanca parastina azadî, nirxên netewa demokratîk û rûmeta gelan bû.”

Hevserokê Meclîsa Herêma Dêrikê Mihemed Ebdulrehman jî axaftin kir û bal kişand ser hesasiyeta pêvajoyê. Mihemed Ebdulrehman li dijî siyasetên dagirkeriya Tirkiyê yên li hemberî gelên Sûriyeyê banga hevgirtinê û têkoşînê kir.

Welatiyên Dêrikê cenazeyê şervanê enternasyonalîst yê YPG’ê Kendal Ramon bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ û tililiyên dayikan li goristanê spartin axê.