Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 2 şervanên xwe ragihand yên ku li Dêra Zor û Serêkaniyê şehîd bûbûn.
YPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;
Di 13’ê Gulana 2018’an de gundê Bakoz ku xwedî girîgiyeke stratejîk e ji aliyê hêzên me ve ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Di operasyona rizgarkirina gundê Bakoz de şervanê me yê Îspanyolî Kendal Ramon pê li mayina ku çeteyan berê çandibû kir û şehîd bû.
Di dîroka 26’ê Gulanê de li Serêkaniyê rêhevalê me Mazlûm Cûma dema bi erka xwe radibû krîza dil derbas kir û şehîd bû.
Hevalê me Kendal Ramon li bajarê Madrid ê İspanya yê ji dayîk bûye. Rêhevalê me Kendal ji malbatek kedkar tê û cara yekem li Rojava tevlî tekoşîna gelên tên çewisandin bûye. Rêhevalê me Kendal li Rojava li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên ku ne tenê bûyîn bela serê gelên bindest heman demê de bûne bela serê mirovahiyê tekoşîn bide tevlî refên YPG’ê bû. Rêheval Kendal di demek kurt de fêrî jiyana di nava tekoşînê de bû û piştî perwerdeyê li Dêrezorê di çeperên pêş de cih girt. Guh nedida temenê xwe yê mezin, dest diavêt hemû karên pratîk û bi vê taybetmendiya xwe aliyê kedkar ê di kesayeta wî de rûniştî derdixist pêş. Rêhevalê me Kendal ji herêmek ku kevneşopiya şoreşê lê heyî hat, bi tecrûbeya ji şoreşa Rojava girtî, da nîşan kir ku yekîtiya di nava gelan de bi mil bi mil dayîna hev dê ava bibe.
Hevalê me Mazlûm Cûma li yek ji qeleyên Şoreşa Rojava Serêkaniyê hatiye dinê. Hevalê Mazlum Cuma yê ku xwedî seknek ji kevneşopiya welatparêziyê, bi Şoreşa Rojava de tevlî xebatên aktif bûye. Armanca herî mezin a hevalê me Mazlum Cuma xwedîderketina li nirxên xwe û parastina nirxên hatîn avakirin bû. Hevalê me Malzum ji dema tevlî tekoşînê bûyî heta roja dawî jî girêdayî armanca xwe ma.
Em sersaxî ji malbatên rêhevalên me yên şehîd û gelê me yê bi nirx re dixwazin. Em sond dixwin ku em ê bibin şopdarên rêya şehîdan heta ku em azadiyê bi dest bixin, têkoşîna me wê bidome.”
Li gorî daxuyaniya YPG’ê nasnameya şehîdan wiha ye;
Nasnav: Kendal Ramon
Nav û Paşnav: Ramon Maria Rull Linhoff
Navê Dayikê: Candelaria
Navê Bav: Ramon
Cihê Jidayikbûnê: Madrîd / Îspanya
Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor /13’ê Gulana 2018’an
***
Nasnav: Mazlûm Cûma
Nav û Paşnav: Cûma Mihemed
Navê Dayikê: Heyye
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û Dema Şehadetê: Serêkaniyê / 26’êgulana 2018’an