Cenazeyê şervana YPJ’ê Beşar hate veşartin

Cenazeyê şervana YPJ’ê Hêvîdar Beşar (Zîn Şoreş) bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Bi sedan şêniyên Serêkaniyê cenazeyê şervana YPJ’ê Hêvîdar Beşar (Zîn Şoreşr) ku roja 21’ê Tebaxê dema li ser erka xwe bû şehîd bûbû, ji Nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê  wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azaiya Kurdistan deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Serêkaniya, Zehra Vedo axivî û sersaxî ji malbata şehîd Zîn Şoreş re xwest. Zehra wiha got: "Şehîd Zîn Şoreş jiyana xwe di oxira parastina gel de da û beşdarî hemû pêngavên leşkerî yên li dijî çeteyên DAIŞ`ê bû."

Piştre li ser navê malbata şehîd Zîn meta wê ya endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Sara Beşar axivî û îşaret bi şopandina rêya şehîd Zîn kir.

Piştî bidawîkirina axaftinan nasnameya şehîd ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbatê kirin. Hevrêyên şehîd Zîn cenazeyê wê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê veşartin.