Cenazeyê şehîdê YPG‘ê Yelmaz Cizîr li Dêrikê spartin axê

Bi tevlîbûna bi sedan şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê cenazeyê şervanê YPG‘ê Yûsif Terkîn li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmekê spartin axê.

Bi tevlîbûna bi sedan şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê cenazeyê şervanê YPG‘ê Yûsif Terkîn (Yelmaz Cizîr) li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmekê spartin axê.

Di merasîmê de Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameyên şehîdên QSD‘ê Abdullah Kotlo (Tolhildan Xwînrij) û Burhan Yorgan (Dijwar Gever) eşkere kirin.

Şêniyan cenazeyê şehîd Yelmaz Cizîr ji pêşiya nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û bi kerwanekî ji dehan wesayîtan pêk dihat ber bi Goristana Şehîd Xebat ve ketin rê.

Li goristanê merasîmeke hate lidarxistin. Piştî deqeyeke rêzgirtin endamê Rêveber ê PYD‘ê Salih Dêrik axivî û got: "Di kesayeta van şehîdan de em hemû cangoriyên azadiyê bibîr tînin û sesaxî ji malbatên wan re dixwazin. Pêvajoya heyî ya ku Kurdistanê têre derbas dibe yekîtiya li hemberî faşîzma dewleta Tirk û çeteyên wê dixwaze."

Ji fermandarên YPG‘ê Mihyedîn Xêrkê jî axivî û got: "Di vê pêvajoyê de ya ku herêmê têre derbas dibe ji me tê xwestin ku erka xwe bi cih bînin û li ser xeta şehîdan bimeşin ta armancên wan bi cih bînin."

Di berdewama merasîmê de bi navê Kongreya Civaka Îslama Demokratîk Şêx Sînan Seydûş banga xwedîdkertina li nirx û destkeftiyên şehîdan kir.

Piştî axaftinan nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Malbatên şehîdan soz dan ku ew ê xeta şehîdan bişopînin.

Di dawiya merasîmê de şervanan cenazeyê şehîd Yelmaz di nava diruşme û tilîliyên dayikan spartin axê.