Cenazeyê şehîdê Ewlekariya Hundirîn Wail spartin axê
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Wail Ilêwî yê şehîd bibû, li Goristana Şehîdan a gundê Hikumiyê bi merasîmekê spartin axê.
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Wail Ilêwî yê şehîd bibû, li Goristana Şehîdan a gundê Hikumiyê bi merasîmekê spartin axê.
Bi sedan welatiyên bajarê Reqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Wail Ilêwî yê ku di 29‘ê Çileyê de dema diçû ser kar ji hêla şaneyek terorîstan ve hate şehîdxistin li Goristana Şehîdan a gundê Hikumiyê spartin axê.
Cenazeyê şehîd ji ber çarxeriya Firûsiyê wergirt û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan li gundê Hikûmiyê ketin rê. Li goristanê jî cenazeyê şehîd ji aliyê şêniyên gundê Hikumiyê û endamên meclîsa herêmî ve hate pêşwazîkirin.
Li vir ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin û ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve merasîma leşkerî pêk hat.
Piştre li ser navê Rêveberiya Jin a Reqayê Zuleyxa Ebdî, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan endama Meclîsa Emîna El-Umer û bi navê Komîteya Hundirîn endamê komîteyê Îsmaîl El-Xelîl axaftin hatin kirin.
Qisekeran di nav gotinên xwe de rola şehîdan û fedekariyên wan ji bo parastina xak û gel destnîşan kirin û girêdana wan bi yekbûna xaka welat teqez kirin.
Di axaftinê de soza şopandina rêya şehîdan û bilindkirina asta têkoşînê heta pêkanîna serkeftinê dan.
Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata şehîd kir.
Cenazeyê şehîd bi dirûşmin û tilîliyan spartin axê.