Cenazeyê şehîdê Erka Xweparastinê Sadûn li Şedadê veşartin

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê û gundewarên wê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Mihsin Sadûn li Goristana Şehîdan a Şedadê bi merasîmekê veşart.

Girseya gel cenaze ji pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeyê wergirt û bi karwanekî ku ji dehan wesayîtên ku bi wêneyên şehîd hatibû xemilandin, ketin rê.

Li goristanê merasîmê bi rêzgirtinê ya şervanên Erka Xweparastinê destpê kir, piştre jî hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şedadê Nacî Nicûm axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.
Li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Şedadê fermandar Cesûr Amûdê axivî û got hêzên wan di parastina gelên xwe de berdewam in, ew ê heta rizgarkirina herêman ji dewleta Tirk û çeteyên wê têbikoşin û soz didin şehîdan ku ew ê heta serkeftinê şopdarên rêya wan bin.

Di dawiyê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ceham Ferec nasnameya şehîd Mihsin Sadûn xwend û radestî malbatê kir.

Cenaze bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re veşartin.