Cenazeyê şehîd Yaqûb li Hesekê spartin axê

Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Suryan Yaqûb Rişko Yaqûb bi merasîmekê li Goristana Şehîdên Suryan a bajarê Hesekê spartin axê.

Bi tevlîbûna bi sedan welatiyên bajarê Hesekê, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryan, endamên saziyên sivîl û Partiya Yekîtiya Suryan cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Suryan Yaqûb Rişko Yakûb (Telxet) ê ku dema erka xwe pêk dianî şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîdên Suryan a bajarê Hesekê spartin axê.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan a ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryan destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Suryan û Asur Nebîl Eylo, Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Suryan Akad Hana û Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan li bajarê Hesekê Gabriyêl Şamûn axivîn. Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û rola şehîdan a avakirina yekîtiyan gelan hate destnîşan kirin û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Di merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşim û tilîliyên dayikan li Goristana Şehîdên Suryan spartin axê.