BI DÎMEN

Cenazeyê şehîd Kaya Kêtikanî li Kobanê hate veşartin

Cenazeyê şehîd Kaya Kêtikanî (Diyar Beko) li Kobanê bi merasîmekê hate veşartin.

Şêniyên kantona Firatê û endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser beşdarî merasîma oxirkirina şervanê Hêzên Komandos şehîd Kaya Kêtikanî (Diyar Beko) bûn, dema li ser erka xwe bû, di 1'ê nîsanê li Minbicê şehîd bû.  Li Goristana Şehîd Dîcle ya li Kobanê merasîmek hate lidarxistin.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Ji Rêveberiya Hêza Parastina Civakê (HPC) Elî Hoşan li merasîmê axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, "Şoreşa me bi şehîdan destpê kir û em bi saya şehîdan em gihîştin vê astê. Dîroka ku bi hezarên salan hatiye windakirin, me bi şehîdan nûjen kir. Me li ser raman û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kir û şoreşa me bi şehîdan dest pê kir. Em ê bi şehîdan bi ser bikevin."

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê Bedîe Hiso axivî û soza şopandina rêya şehîdan da û got, ew ê teqez tola şehîdên xwe hilînin. 

Pişte wesîqeya şehîd Kaya Kêtikanî ji aliyên Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Merasîm bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.