Cenazeyê şehîd El Yûsif li Tebqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Mehmûd Xelef El Yûsif li Tebqayê hate veşartin.
Cenazeyê şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Mehmûd Xelef El Yûsif li Tebqayê hate veşartin.
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Xelef El Yûsif ê ku 28ˈê Mijdarê ji ber nexweşiyeke giran şehîd bûbû, îro bi merasîmekê hat veşartin.
Bi sedan şêniyên kantona Tebqayê, tevî nûnerên Rêveberiya Xweser, Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Leşkerî ya Tebqayê û tevgerên ciwanan beşdarî merasîmê bûn ku li Pakrewangeha Şehîdan a li Tebqayê hat lidarxistin.
Di merasîmê de piştî deqeya rêzgirtin û torana leşkerî ya hevreyên şehîd, hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Tebqayê Riyad El Walî axivî û got: "Em bejna xwe li hember mezinahiya şehîdan û fedakarî û lehengiya wan ditewînin. Şehîd meşaleya ku rêya serf û rûmetê ronî dikin e. Îro jî em xatirê xwe ji endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn dixwazin ku çavên wan ji bo ewlehiya welatê me şiyar bûn.”
El Walî diyar kir ku ew ê ji bo parastina nirxên madî û manewî xeta parastina rewa bi kar bînin û di hemû şert û mercan de şopdarên xeta şehîdan bin.
Hevserokê Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Kantona Tebqayê Ehmed El Xelef diyar kir ku şehîd Mehmûd bi canê xwe çû, lê di rêya dilsozî û wefadariya bi gel û welatê xwe re şopeke mezin hişt.
El Xelef bi bîr xist ku ji bo parastina berjewendiyên hêzên diktator û partiyên totalîter bazar li ser xwîna gelê Sûriyeyê tê kirin û wiha dom da axaftina xwe: "Lê QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji destpêka Şoreşa 19ˈê Tîrmehê ve destkeftiyên şoreşê û nirxên jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan diparêzin û di vê rêyê de bi hezaran şehîdan dane."
Piştre wesîqeya şehîd Mehmûd Xelef El Yûsif hat xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Cenazeyê şehîd bi dirûşme û tîlîliyên dayikan hat veşartin.