Cenazeyê Nûjiyan û Ebûd hatin veşartin

Cenazeyên şervana YPJ’ê Aya Bac (Nûjiyan) û şervanê QSD’ê Abdulrehman El Qasim (Ebûd El Idlib) li Tebqayê bi merasîmekê hatin veşartin.

Cenazeyê şehîdên berxwedanê ji Nexweşxaneya Wetenî ya Tebqa hatin girtin û ber bi Şehîdgeha Tebqayê ve ketin rê.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanên Meclîsa Leşkerî û QSD’ê ve pêk hat. Di merasîmê de li ser anvê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Fatima El Mahmûd, ji Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê Emîra Hesen, ji Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Hevseroka Komîteya Aboriyê Ehmed Suleyman axivîn.

Piştî axaftinan nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatan kirin

Di dawiya merasîmê de bi dirûşman cenazeyê şehîdan veşartin.