Cenazeyê Mûsa El Hemadî bi merasîmekê hat veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Mûsa Mihemed El Hemadî bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdan a li Hikumiyê hat veşartin.

Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweprastinê Mûsa Mihemed El Hemadî yê 5ˈê Mijdarê di êrîşeke dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Eyn Îsayê şehîd bibû, bi merasîmekê hat veşartin.

Bi sedan şêniyên kantona Reqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasîmê oxirkirinê bûn ku li Pakrewangeha Şehîdan a li gundê Hikumiyê yê kantona Reqayê hate lidarxistin.

Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Ebid Amûde di merasîmê de axivî û got: "Em bejna xwe li ber şehîdan ditewînin û sersaxî ji malbat û dayikên wan re dixwazin."

Ebid Amûde di dawiya axaftina xwe de soza şopandina xeta şehîdan da.

Endamê rêveber ê Meclisa Leşkerî ya Kantona Reqayê Ferhad Hemûd kî sersaxî da malbata şehîd û wiha domand: "Şehîd Mûsa û hevalên xwe serfirazî û azadî anîn û rêbazên lehengiyê û rêya serketinê fêrî nifşan kirin. Ji bo ku ala azadiyê li ba bimîne canê xwe feda kirin."

Hevserokê Desteya Malbatên Şehîdan, Gaziyan û Dîlgirtiyan a Kantona Reqayê Îbrahîm El Hemûd axivî û got: "Ev der cihekî pîroz e, remaza paqijî û fedekariyê ye. Ev der goristana şehîdan e ku di rêya azadiya welat de canê xwe dane. Em şehîdan bi bîr tînin. Şehîd îradeya me ya pola ne. Em ê xeta wan bişopînin û nirxên ku ji bo wê şehîd bûne biparêzin."

Dûre wesîqeya şehadetê ya şehîd Mûsa hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Girseyê cenazeyê şehîd bi dirûşmên "Bi can bi xwîn em bi te re şehîd" li Pakrewangeha Şehîdan a li gundê Hikumiye veşartin.