Cenazeyê El Şêx û El-Hisên veşartin

Şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Mihemed Fadil El-Şêx û şehîd Elawî Mistefa El-Hisên li Goristana Şehîdan veşartin.

Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Babê Mihemed Fadil El-Şêx di 16`ê Sibatê de û şervanê Meclîsa Leşkerî  ya Minbicê Elawî Mistefa El-Hisên di 17`ê Sibatê de dema erka xwe bi cih dianîn, şehîd bûn.

Bi dehan şêniyên bajar Minbic û gundewarê we bi hildana alên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Meclîsa Leşkerî ya Babê, alên Meclîsa Malbatên Şehîdan û Tevgera Ciwanên Şoreşger cenazeyên her du şehîdan ji nexweşxaneya Firatê wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîdan a li rojavayê bajêr ve çû.

Li goristanê merasîmek bi deqeyek rêzgirtina şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê destpê kir. Piştre ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Babê Nadir El-Meşnûq axivî û got:"Bi berdêlan em welat diparêzin û bi ruhê baqij em sînorên welat xêz dikin. Em ê heta dawiyê şopdarên xeta şehîdan bin, an em ê bi  rûmet bijîn an jî li ser xaka xwe şehîd bikevin."

Piştre bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Endama Meclîsê Cemîla Îbrahîm axivî û rola şehîdan a parastina ewlehî û aramiya herêmê destnîşan kir. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan da.

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz Mihemed Elî El-Ebo axivî û got:"Şehîd bi ruhê xwe di nav me de ne, dixwazin em rêya wan berdewam bikin û em jî ji wan re dibêjin û sozê didin wan ku em ê heta serkeftinê û rizgarkirina xaka xwe rêya wan berdewam bikin."

Piştî axaftin bi dawî bûn, Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Henadî Mihemed nasnameya her du şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.