Cenazeyê Şervanê YPG’ê Xelef hate veşartin

Bi tevlîbûna sedan welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê YPG’ê Xidir Xelef (Ebû Namis) ê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehdî bibû, li Goristana Şehîd Dijwar hate veşartin.

Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanê YPG`ê Xidir Xelef (Ebû Namis) ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristan Şehîd Dijwar ve ketin rê.

Li goristanê, merasîm bi deqeyek rêzgitina leşkerî ya şervanên YPG’ê Hêzên Erka Xweparastinê ve destpê kir.

Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Samiya Xelîl, Fermandarê YPG’ê Zekî Kobanê û Endamê Meclîsa PYD’ê Şêxmûs Ehmed axivîn. Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwesin û soza şopandina rêya şehîdan da. Her wiha hate diyarkirin ku wê heta dawî li ber xwe bidin û xaka xwe biparêzin.

Di marasîmê de bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Samiya Xelîl axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha pêde çû “Ji bo ku em axa xwe ji terorê rizgar bikin em ê her tiştên giran bûha ji bo wê bidin û em didin jî.”

Piştî ku nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin û şûnde, cenazeyê şehdî bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ hate veşartin.