Cenazeyê Şehîd Nayif li Til Hemîsê hate veşartin

Gelê navçeya Til Hemîsê cenazeyê şervanê YPG‘ê Nayif Mihemed Nayif ê 21‘ê Çileyê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû li Goristana Şehîd Raxib El-Etiyê hate veşartin.

Girseyê cenaze ji avahiya Meclîsa Taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ku bi wêneyên şehîd Nayif Mihemed Nayif û alên YPG‘ê hatibûn xemilandin ber bi Goristana Şehîd Raxib El-Etiya ya li gundê Salihiyê ve herikîn.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Di merasîmê de ji Fermandarên YPG’ê Xelîl Qaişlo, Hevşaredarê Til Hemîsê Ebdurehman El Hadî, dîsa li ser navê Malbata Şehîdan a Til Hemîsê Ehmed El Ebawî axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û soza şopandina rêya şehîdan hate nûkirin.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd di dawiya merasîmê de bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.