Cenazeyê Şehîd Şervîn Serdar li Hesekê hat veşartin

Di merasîma veşartina cenazeyê endama Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya YPJ’ê Şehîd Şervîn Serdar de peyama rakirina tola şehîdan û mezinkirina têkoşînê hat dayîn.

Ji bo veşartina cenazeyê endama fermandariya Meclisa Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Îman Derwêş (Şervîn Serdar) girseya gel, endamên saziyên sivîl û leşkerî berê xwe dan goristana şehîd Rustem Cûdî ya navçeya Dirbêsiyê.

Şehîd Şervîn Serdar tevî 2 hevrêyên xwe di encama êrişa balafira bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker di 15'ê vê Îlonê de li Minbicê şehîd bibû.

Di serî de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê Foza Yûsif axivî û got: "Şehîd Şervîn li hember çeteyan berxwedaneke bêhempa nîşan da, ji bo ku gelê me di aştî û ewlehiyê de bijî. Ji bo parastina her bosteke axa xwe, têkoşîna xwe domand û şehîd bû.”

Foza soza domandina berxwedan û têkoşînê li ser şopa fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û domandina şerê li dijî dijmin da.

Her wiha, hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed der barê jiyana şehîd Şervîn de got: "Şehîd Şervîn heta asteke pir mezin bi xak û gelê xwe ve girêdayî bû, ji ber jî tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê bû."

Rûken destnîşan kir ku ew ê dev ji armancên şehîd Şervîn û hevrêyên wê bernedin û ew ê rêya wan heta pêkanîna serkeftinê bişopînin.

Ji fermandarên YPJ`ê Nisrîn Ebdullah jî der barê siyasetên dewleta Tirk a dagirker de wiha axivî: "Dijmin bi hemû rêbazan hewl dide ku êriş me bike, bila dijminê faşîst bizane ku her çiqas êriş û hovîtiya xwe bidomîne ew nikare îradeya gelekî azadîxwaz ku xwîna xwe ji bo azadiyê rijandiye, têk bibe."

Nisrîn Ebdullah soza şopandina rêya şehîdan, tolhildana wan, bilindkirina asta berxwedan û têkoşînê heta pêkanîna armancên şehîdan da.

Di dawiya merasîmê de endama Yekitiya Jinên Ciwan a navçeyê Elîze Hiso wesîqeya şehadetê şehîd Şervîn Serdar xwend û radestî malbata wê kir. Piştre cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmeyên "Şehîd namirin" hat veşartin.

Cenazeyê şehîd Nûcan Ocalan li Goristana Şehîdan a Minbicê û cenazeyê şehîd Canda Cûdî li Goristana Şehîdan a Kobanê ku di heman êrişê de şehîd bibûn, hatin veşartin.