Cenazeyê 32 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ spartin axê

Bi hezaran welatiyên Efrînê cenazeyê 32 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ bi merasîmeke bi heybet li goristanê spartin axê.

Bi hezaran welatiyên Bakurê Sûriyeyê cenazeyê şervanê YPG’ê Polat Efrîn ê 2 roj berê çalakiya fedayî pêk anî, yê 5 sivîlan jî di nav de bi giştî cenazeyê 32 şehîdên Berxwedana Serdemê bi merasîmeke bi heybet li goristanê spartin axê.

Bi hezaran welatiyên Efrîn, Cizîr, Firat û welatiyên ji Başûrê Kurdistanê ku alayên YPG, YPJ û QSD’ê, her wiha wêneyên şehîdan rakiribûn ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan  kom bûn. Piştî ku girseya gel cenazeyên şehîdan wergirtin li kolanên sereke yên bajarê Efrînê geriyan û li  Dibistana Ezhar Efrîn rawestiyan.

Merasîm ji bo bîranîna şehîdên azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Ebdulrehaman Hec,li ser navê Şandeya başûrê Kurdistanê Mele Seman Senkawî û Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên 32 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ hate xwestin yên ku li Efrînê li dijî dagirkeriyê canê xwe feda kirine.

Di axaftinan de her wiha hate gotin ku bi berxwedana tê nîşandan wê Efrîn wiha bi hêsanî nekeve destê dagirkeran û hate gotin ku gelê Cizîr, Firat û Başûrê Kurdistanê wê piştgiriya xwe ya bi gelê Efrînê re heta dawî bidomînin.

Di berdewama merasîmê de xwîşka Şehîd Polat Efrîn Nebîha Umer helbestek xwend û çalakiya fedayî ya birayê xwe yê Şehîd Polat pesinand.

Piştre cenazeyê 32 şehîdan bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ , ‘Bijî Berxwedana Serdemê’ û ‘Bijî YPG/YPJ’ li Goristana Şehîd Avesta Xabûr spartin axê.

Nasnameyên şehîdên QSD’ê evin; “Polat Efrîn, Ehmed Xane, Reşîd Reşîd, Mihemed Alo, Mihemed Mustefa, Menan Mustefa, Leman Elî (Berçem Şiyar), Cisûr Cûdî, Danîz Kawan Amed, Mordem Agirî, Rojhilat Devrim, Riyad Cefer, Mihemed Hesanî (Ebû Leyla), Endoq Farqî, Navdar Serhet, Zîlan Cûdî, Gulbihar Hêlîn Amûde, Fila Hebeş (Stêrk Efrîn), Têkoşîn Botan, Jiyan Cûdî, Şervan Amed, Ebdulhemîd Cewher (Welat Xonda), Doxan Intîqam, Ebdulqadir Şebû, Mehmûd Mihemed (Dilbirîn Qamişlo)”

Cenazeyên Şehîd Basil Êşe û Zekeriya Şobek jî birin bajaroka Kefer Naya ya herêma Şehbayê  ku wê bi merasîmekê li wir werin veşartin.

Nasnameya şehîdên sivîl jî wiha ne;” Orya Osman, Menan Hemdûş, Elî Xelo û Tewfîq Dawid in. Her wiha welatiyeke sivîl ku nasnameya wî nehate zanîn jî hebû.”