Cenazeyê 3 şervanên QSD’ê  li Til Hemîsê hatin veşartin

Bi sedan welatiyên Til Hemîsê cenazeyê 3 şervanên QSD’ê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Raxib Etiya veşartin.

Welatiyên navçeya Til Hemîsê cenazeyê şervanên QSD’ê Ebdullah Silêman El-Ebdullah (Elend), Samir Îbrahîm El-Hesen (Sincar Til Hemîs) û Hisên Mislih (Alan) yên ku di teqîna 8’ê Tîrmehê ya li bajarê Reqayê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Raxib Etiya veşartin.

Cenazeyê her sê şervanan ji meclîsa taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo hatin giritn û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîd Raxib El-Etiya yê ve hate rêkirin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û piştre şervanên QSD’ê merasîmeke leşkerî lidar xist. Piştre Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Tirbespiyê Ebdulhelîm Hesen axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha  got: "Şehîdan bi lehengiya xwe destaneyên efsanewî ji bo parastina gelê xwe avakir. Lehengiya şehîdan wekî lehengiya neteweyane, ji ber ku neteweya bê şehîd, bê ziman û bê dîrok e.”

Piştre nasnameya her sê şervanên QSD’ê hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê şehîdan bi dirûşme û tilîliyên dayikan li goristanê hatin veşartin.