QSD’ê nasnameya 3 şervanan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameya 3 şervanên xwe yên ku di 8’ê Tîrmehê de li bajarê Reqayê şehîd bûbûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameya 3 şervanên xwe yên ku di 8’ê Tîrmehê de li bajarê Reqayê şehîd bûbûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokkratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 3 şervanên xwe yên ku di teqîna mayîna çeteyên DAIŞ’ê ya li Reqayê de şehîd bûbûn, eşkere kir.
QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî par ve kir;
“Şervanên QSD`ê û hêzên Ewlehiya Hundirîn aramî û ewlehiyê li bajarê Reqayê û gundewarên wê pêk tînin. Bi awayekî birêxistinkirî di gera xwe di nava bajar de didomînin û şaneyên razayî yên terorîstan diyar dikin. Tîmên bêbandorkirina mayinan jî mayinan radikin û li derveyî bajar û gundewarên wê bê bandor dikin.
Dema ku şervanên QSD`ê erka xwe ya leşkerî pêk dianî û li nava bajar gera xwe didomînin, mayinek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê teqiya û di encama wê de 3 şervanên me şehîd bûn.
Em QSD sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Em soz didin ku em ê heta tunekirina terorê û alava kuştinê û heta pêkanîna aramî û ewlehiyê ji hemû sivîlan re, şopdarên rêya şehîdan bin."
Li gorî daxuyaniya QSD’ê nasnameya şehîdan wiha ye;
Nav û Paşnav: Tamir El-Hesen
Navê Dayikê: Tadî
Navê Bav: Îbrahîm
Cih û Dema Şehadetê: Reqa / 8’ê Tîrmeha 2018’an
***
Nav û Paşnav: Hisên Mislih El-Îsa
Navê Dayikê: Şemsa
Navê Bav: Mislih
Cih û Dema Şehadetê: Reqa / 8’ê Tîrmeha 2018’an
***
Nav û Paşnav: Silêman Abdullah
Navê Dayikê: Foza
Navê Bav: Silêman
Cih û Dema Şehadetê: Reqa / 8’ê Tîrmeha 2018’an