Navenda Ragihandin û Çapemeniyê (NRÇ) a HPG'ê got, "Qadên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi droneyên bombebarkirî, obus û çekên giran hatin bombekirin. Her wiha tunelên me jî bi teqemeniyan hatin bombekirin. Êrîşên artêşa Tirk bi giranî li ser tunelên gerîla yên li herêmên Metîna û Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê têne kirin. Di encama van êrîşên artêşa dagirker de 27'ê Gulana 2025'an hevrêyê me Welat, di 30'ê Gulana 2025'an de jî hevrêyê me Bawer şehîd bûn. Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd wê piştre bêne eşkerekirin.
Hêzên me li hemberî êrîşan di çarçoveya parastina rewa de bersiva pêwîst dan. Heta ku karên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û êrîşên ji bo tinekirina Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dewam bikin, hêzên me wê ji bo xweparastinê bersiva pêwîst bidin."
HPG-NRÇ'ê têkildarî êrîşên li ser hêzên gerîla û bersivên hatin dayin ev agahî da:
"Êrîşên artêşa Tirk;
Di navbera 30'ê Gulanê û 4'ê Hezîranê de li Herêma Metînayê tunelên me yên li Qadên berxwedanê yên Serê Metîna û Şêlazê 15 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 13 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin.
Di navbera 29'ê Gulanê û 4'ê Hezîranê de li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 17 caran, li Herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê 19 caran bi kepçe û sondajê rastî êrîşê hatin.
Di navbera 29'ê Gulanê û 4'ê Hezîranê de li Herêma Garê qadên Girê Zengil, Kanî Sarkê, Dêreşê, Mijê, Zêvkê, Deşta Kafya, Girgaşê, Spîndarê, Girê Kun, Guzê, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Şêlazê, Bazê, Bêşîlî, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê Baharê bi çekên giran û obusan hatin bombekirin.
Bersiva hêzên me;
30'ê Gulanê saet di 08:10'an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hedefên ku di pozîsyona êrîşê de bû bi teknîkê hate hedefkirin û derb li wesayitekê hate xistin ku sîstema radarê li ser bû.
30'ê Gulanê saet di 11:20 û 13:40'î de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hedefên di pozîsyona êrîşê de bûn bi teknîkê hatin hedefkirin û konteynirek, konek hatin îmhakirin, dagirkerek hate cezakirin.
31'ê Gulanê sae di 08:40 û 13:30'î de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi teknîkê li hêzên dijmin hate xistin ku êrîşî tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dikirin, di encamê de dagirkerek hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.
31'ê Gulanê saet di 14:00 de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê droneyeke bombebarkirî ya bi armanca êrîşê şandin tunelên me hate îmhakirin.
1'ê Hezîranê saet di 06:40'î de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hedefên ku di pozîsyona êrîşê de bûn bi teknîkê hate hedefkirin û konteynirek hate îmhakirin, dagirkerek hate cezakirin.
1'ê Hezîranê saet di 14:36'an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, dijmin li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi armanca tevdan û sorkirinê bang kir û bi çekên giran bersiv jê re hate dayin.
2'ê Hezîranê saet di 13:00 de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hedefên di pozîsyona êrîşê de bûn bi teknîkê hate hedefkirin û derb li konekî hate xistin.
4'ê Hezîranê saet di 18:45'an de li Herêma Metînayê li Qada Berxwedanê ya Bêşîlî bi teknîkê derb li kepçeyeke zirxî hate xistin ku ji bo dagirkeriyê rê çêdikir û hate îmhakirin."