Cenazeyê 3 jinên dewleta Tirk qetil kirin hatin veşartin

Cenazeyê 3 jinên di bomberdûmana dewleta Tirk a 23’yê Hezîranê ya li gundê Helîncê ya Kobanê de şehîd bûbûn bi merasîmeke girseyî veşartin.

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê cenazeyên endamên Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl û jina welatparêz xwediya malê Emîna Weysî yên ku 23'yê Hezîranê di êrîşa balafira bê mirov a dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Helîncê yê Kobanê şehîd bûn li Goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê veşartin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa Rêveber a herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî, xîtabî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: "Em şehîdên êrîşa nemerd bibîr tînin. Êrîşa faşîmza deweta Tirk wekî tolhildana ji terorîstan e yên ku beriya çend salan li vir li bajarê Kobanê şikestin."

Endama Koordînasyona Kongreya Star Heyva Erebo jî got: "Em îro sê jinên şoreşger ên ku ji bo azadiyê giyanê xwe dane oxir dikin. Di kesayta van hersê jinan de yên ji bo keramet û azadiyê jinê têkoşiyan em dibînin ku dijminê mirovahiyê hemû jinan dikin hedef."

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan endamê rêveber ê Remezan Mele Xelîl axivî û got: "Em ji dijminê mirovahî û dijminê gelê Kurd re dibêjin ku em xeta şehîdan bişopînin, em ê hêza dijmin bişkînin, bi taybet dewleta Tirk a dagirker. Çawa me DAÎŞ li Kobanê têk bir em ê Erdogan jî têk bibin."

Piştre nasnameyên hersê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Girseya gel cenazeyê her sê şehîdan di nava diruşme û tilîliyên dayikan veşartin.