Bombe li barageha leşkerî ya rejîma berê hate barandin

Hat ragihandin ku di saetên şevê de li herêma Sifêra ya Helebê bombe li barageha leşkerî ya rejîma berê hate barandin. Li gorî agahiyên destpêkê tê diyarkirin ku êrîş ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê ve hatine kirin.

LI HELEBÊ TEQÎN

Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan ANHA’yê, derengiya şevê li bajar û gundewarê Helebê dengê teqînên bihêz hat bihîstin.

Li gorî şahidan, li herêma Sifêrayê baregeheke leşkerî ya rejîma berê ya Şamê hatiye bombebarankirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) der barê mijarê de ev agahî dan "Balafirên Îsraîlê li herêma Sifêra ya başûrê Helebê û Lêkolînên Zanistî  baregehên leşkerî bombebaran kirin, di encamê de bi kêmanî 7 teqînên mezin çêbûn. Derbarê windahiyên canî de agahî nehatin standin."