Bombardûmana dewleta Tirk: Leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû
Di bombardûmana dewleta Tirk de ya li ser Til Temirê, leşkerekî hêzên hikumeta Şamê birîndar bû.
Di bombardûmana dewleta Tirk de ya li ser Til Temirê, leşkerekî hêzên hikumeta Şamê birîndar bû.
Leşkerê hêzên hikumeta Şamê Mihemed Semîr Yûsif li rojavayê Til Temirê di êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li gundê Um El Kêf birîndar bû.
Dewleta Tirk doh êvarê saet di 21:20'î de bombe li gundê Um El Kêf ê li rojavayê Til Temirê barand.
Ji ber bombardûmanê elektrîk li ser navenda Til Temirê û gundên wê qut bû. Xisar li xeta elektrîka navçeyê bû.