Bîlançoya êrîşên mehekê yên li ser Şerewa û Şehbayê hatin eşkerekirin

Di meha Tîrmehê de 31 gundên navçeya Şêrewa ya Efrînê û kantona Şehbayê topbaran kirin û di encama êrîşan de 6 welatî û 2 endamên hêzên hikûmeta Şamê birîndar bûn.

Bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên meha Tîrmehê li ser navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî û kantona Şehbayê hate eşkerekirin.

Bîlançoya mehekê wiha ye:

"Di meha Tîrmehê de 31 gundên navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê bi dijwarî û bi çekên giran hatin topbarankirin. Di encama êrîşan de  6 welatî û 2 endamên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn û ziyanên madî yên mezin bi mal û milkên welatiyan kirin.

Ev gund hatine bomberdûmankirin: Um Qura, Wehşiyê, Bênê, Aqîbê, Soxanekê, hirşê Soxanekê, Bêlûniyê, Eyn Deqnê, Merenaz, Malikiyê, Til Qirah, Ziyaretê, Til Ecar, Îrşadiyê, Tinib, Minix, Semûqa, Kefer Entûn, Til Rifet, Dêr Cimêl, Şewarxa, Um Hoş, Hesacik, Şêx Îs, Til Madîq, Til Cîcan, Zîwan, Til Enab, Nêrebiyê, Hirbil, Meyasê û Birc Qas.

Çekên ku hatine bikaranîn: Obîs, hawan, doçka, tank, bombeavêj.

*Hejmara guleyên obûsan (2,323)

 *Hejmara guleyên tankê (165)

 *Hejmara guleyên hawanan (633)

*Balafirên şer û yên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker bênavber li seranserî herêma Şehba û Şêrawa geriyan.

*Di meha Tîrmehê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piranî bi dronan êrişî ser herêmê kirin. Bi taybetî jî li dijî bajarê Til Rifetê êrişên bi dronan pêk anîn.

* Her wiha 4 caran êrişên dronên xwekuj li ser herêmê çêbûn, di encamê de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûne.

* Ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Şehbayê 6 jinên Efrînî birîndar bûn. Jinên birîndar bûne di navbera gundê Şêx Îs û bajarê Til Rifetê de ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn hedefgirtin.”