Pêşniyara li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê: Dînar an jî dolar bi kar bîne

Dewleta Tirk beriya bicihhatina qanûna Sezar li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî ferz kir ku TL bê bikaranîn. Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl jî pêşniyar li wan hatiye kirin ku dînarê Iraqê yan jî dolar bi kar bînin, lê wan qebûl nekirine.

Ji bo bicihhatina qanûna Sezar ku pêkanînên aboriyê yên DYE'yê yên li ser Sûriyeyê ye, çend roj mane. Dewlet Tirk a dagirker li xaka Sûriyeyê ya dagirkirî, bikaranîna lîreyê Tirk ferz kir.

Dewleta Tirk ji bo bikaranîna lîreyê Tirk (TL) li herêmên dagirkirî, par Ezaz weke navend hilbijart û bi bahaneya qanûna Sezar ev yek li Cerablûs, Bab, Efrîn û Idlibê jî ferz kir.

Di vê çarçoveyê de gelek banknotên Lîreyê Tirk bi rêya PTT'ê ji herêmên dagirkirî yên li Sûriyeyê re hatin şandin. Her wiha tê gotin ku wê li Girê Spî û Serêkaniyê jî bikaranîna lîreyê Tirk ferz bikin.

Qanûna Sezar a ji pêkanînên DYE'yê pêk tê, tê payin ku 17'ê Hezîranê bikeve meriyetê.

Lîreyê Sûriyeyê li pêşberî dolar, ji destpêka sala 2020'î û vir ve di asta 200 ji sedî de bêqîmet bû. Tê texmînkirin ku bi bicihhatina qanûnê re wê qîmetê Lîreyê Sûriyeyê hîn bêhtir bikeve û bandoreke giran li bazarê bibe.

Vê yekê her wiha bandoreke neyînî li aboriya li Herêmên Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl li ser mijarê roja Pêncşemê ji bernameya Bûyer a Ronahî TV re axivî û diyar kir, qanûn pêşniyarê li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike ku Lîreyê Tirk, dînarê Iraqê yan jî dolar bi kar bîne, lê belê ji ber ku ev yek biryareke siyasî ye, di rojeva wan de tiştekî wiha nîne.

Aldar Xelîl ev nirxandin li ser mijarê kir:

"Dibêjin ku qanûn tenê têkildarî herêmên di kontrola rejîmê, Îranê û Rûsyayê de ne. Lê belê di pratîkê de welê nîne. Hemû herêm hîn jî bi hev ve girêdayî ne.

Piştî derketina qanûnê dewleta Tirk li herêmên ku dagirkiriye derbasî Lîreyê Tirk dibe. Dibêjin, 'Binerin Lîreyê Sûriyeyê bêqîmet dibe' û bi vê bahaneyê derbasî Lîreyê Tirk dibin.

Rewşa li herêma me cuda ye. Em Lîreyê Sûriyeyê bi kar tînin. Nêteke me ya veqetîna ji Sûriyeyê nîne. Planeke me ya derxistina pereyekî nû jî nîne.

Qanûna Sezar pêşniyarê li me dike ku em ya Lîreyê Tirk, ya Dînarê Iraqê ya jî Dolar bi kar bînin. Ev her sê jî tercîhên zehmet in.

Em Lîreyê Tirk ji xwe qebûl nakin û ti têkiliyeke bi vî rengî qebûl nakin. Iraq jî welatekî cuda ye û zor û zehmetiyên vê hene. Em bêjin, te dolar bi kar anî, hingî ji bo vê jî pêwîstî bi sîstemeke banka navendî lazim e, borsa û hwd. gelek tişt lazim e. Her wiha ev yek biryareke siyasî ye. Em beşek ji vî welatî ne û rojeveke me ya bi vî rengî nîne."