Bi zivistanê re şert û mercên li kampan hîn giran bûn -2

Li gel 145 hezar û 239 kes, 30 hezar û 885 malbatên li 17 kampên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha milyonek û nîv koçber û penaber li herêmê hene. Pêwîstiyên wan hemûyan jî li ser Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Li kampan, bi destpêkirina zivistanê re şert û mercên sar ên hewayê, li pêşiya peydakirina pêwîstiyên bingehîn û stargehê dibin astengiyên mezin. Gelek malbat ji ber nebûna derfetên têker ên germkirinê bi xeteriya sermayê re rû bi rû ne. Li kampan yer wiha di mijara ava paqij, xurek û xizmetên tenduristiyê de jî pirsgirêk hene.

Hevserokê Ofîsa Karên Penaber û Koçberan a Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed û Hevseroka Desteya Karên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meryem Îbrahîm li ser şert û mercên li 17 kampên li herêmê ji ANF'ê re axivîn.

Şêxmûs Ehmed anî ziman ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bilî 17 kampan her wiha gelek kampên biçûk jî hene û got, "Ji van 17 kampan kampên Hol, Newroz, Roj, Erîşa û Mehmûdlî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve têne naskirin. Ev yek jî peydakirina pêwîstiyên kampên din zehmet dike. Ji bo 12 kampên mayî saziyên herêmî û saziyên alîkariyê yên ji aliyê saziyên navneteweyî ve nayên naskirin, alîkariyê didin. Mixabin saziyên navneteweyî naçin Şehba û Minbicê. Neçûyîna wan a li van herêman pirsgirêkeke û gelekî xetere ye."

DEWLETA TIRK AVÊ DIBIRE, BANDOR LI KAMPAN DIKE

Şêxmûs Ehmed bi bîr xist ku ji sala 2018'an û vir ve dewleta Tirk rêjeya ava çemê Firatê kêm dike, ji sala 2019'an ve jî ava stasyona Elokê dibire û destnîşan kir ku ev yek bandoreke neyînî li kampan dike. Şêxmûs Ehmed got, "Ji ber ava paqij bi destê şêniyên kampan nakeve, pirsgirêkên cidî yên paqijiyê û nexweşî rû didin. Dibe sedema nexweşiyên çerm û navçûyînê. Kampên li herêma Cizîrê jî sûd ji ava Elokê werdigirtin. Li van kampan pirsgirêka cidî ya elektrîk û avê heye. Nexweşiyên ji ber nebûna avê rû didin belav dibin ku ev jî li pêşiya civakîbûna li kampê dibe asteng. Bi zivistanê re jî di gelek mijaran de şêniyên kampan zor û zehmetiyan dikişînin. Li mirovên li binê kampan pirsgirêka germbûnê gelekî cidî ye."

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ LI GORÎ BERPIRSYARIYA XWE TEVNAGERE

Şêxmûs Ehmed anî ziman ku bersiva rojane ya pêwîstiyên kampan tê dayin, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her sal planan ji bo kampan çêdike û got, "Bi taybetî bi zivistanê re divê kon bêne guhertin. Ev berpirsyarî ya Neteweyên Yekbûyî ye, lê belê li gorî berpirsyariya xwe tevnagere. Rêveberiya Xweser karîbû bersivê bide pêwîstiya konan a hin kampan. Hewl da ku rêyên nava kampan ên ji axê bike asfalt. Hin sobe ji malbatên li nava kampan re hate dayin. Her wiha bi destpêkirina meha Kanûnê re dest bi belavkirina mazotê kir. Bersiv da ji bo pêwîstiyên betanî, singer û pêwîstiyên lezgîn. Li gorî bernameya Komîteya Pewerdeyê perwerde li kampan dewam dike."

PIŞTGIRIYA RÊXISTINA TENDURISTIYÊ YA CÎHANÊ KÊM E

Şêxmûs Ehmed işaret bi nexweşiyên li kampan kir û got, "Li kampan zehmetiya herî mezin jî pirsgirêka tenduristiyê ye. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê bi destpêkirina şerê Rûsya-Ûkrayna û Îsraîl-Fîlîstînê re piştgiriya xwe ya ji bo herêmê gelekî kêm kir. Ev yek mijareke gelkî cidî û cihê rexneyê ye. Nabe ku felaketa mirovî ya li herêmê ji nedîtî ve bê dîtin."

GELEK SAZIYÊN ALÎKARIYÊ XWE JI HERÊMÊ VEKIŞANDIN

Meryem Îbrahîm jî anî ziman ku ji sala 2011'an û vir ve ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê krîzeke mirovî heye û got, "Li herêmên rizgarkirî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hem bi piştgiriya Rêveberiya Xweser, hem jî bi derfetên saziyên alîkariyê yên ku piştgiriyê didin rêveberiyê, hewl hate dayin ku xizmet bê kirin. Lê belê şert û mercên jiyanê yên mirovên li kampan nekarî bi temamî baş bike. Jin û zarokên li kampan di nava zor û zehmetiyên giran de ne. Bi taybetî piştî destpêkirina şerê Îsraîl û Fîlîstînê gelek saziyên alîkariyê xwe ji herêmê vekişandin, çûn Xezeyê. Vê yekê bandoreke neyînî li kampan kir. Ji ber vê jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din ji bo kampan seferber bû, piştgiriya madî û manewî zêde kir."

TUNDIYA PSÎKOLOJÎK LI JINAN TÊ KIRIN

Meryem Îbrahîm ragihand ku şert û mercên zivistanê herî zêde bandorê li jin û zarokan dike û got, "Eger dayikek nikaribe bersivê bide pêwîstiyên zarokê xwe, hingî ji aliyê psîkolojîk ve nebaş dibe. Gelek pêwîstiyên zarokan hene. Li gorî demsalan pêwîstî bi kincan û pêwîstiyên dibistanê hene. Zarokên ku ji ber guhertina demsalê nexweş dikevin divê bêne rehetkirin û dema ev nayê kirin hingî bandoreke neyînî li dayikan dibe. Ji ber vê jî tundiyeke psîkolojîk li jinan tê kirin."

Meryem Îbrahîm anî ziman ku li gelek kampên li herêmê koçberên Sûriyeyî hene û got, "Ji ber krîza mirovî ya li herêmê, hatin qada Rêveberiya Xweser û li kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bûn. Dixwazin bibin xwedî mafê jiyaneke hîn baş. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi taybetî deriyên xwe li hemû jinan vekir. Piştgiriya saziyên alîkariyê yên li herêmê bi zivistanê re kêm ma. Bi taybetî li gel piştgiriya madî ji aliyê manewî û psîkolojîk ve jî em bi penaber û koçberan re ne. Ji bo jiyaneke bi tenduristiyeke baş û aram bê avakirin perwerdeyên me bi rêk û pêk dewam dikin. Li gorî derfetên Rêveberiya Xweser bersiv ji pêwîstiyên bingehîn re tê dayin. Rêveberiya Xweser berpirsyariya xwarina zarokan, stargeh û perwerdeyê bi cih tîne."

DEWLETA TIRK ARAMIYÊ TÊK DIBE

Meryem Îbrahîm destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê bandoreke neyînî yekser li kampan dike û got, "Êrîşên dewleta Tirk aramiya li herêmê lawaz dike. Êrîş bandoreke yekser li kampan dike. Mirovên li kampan dikevin bin bandoreke neyînî ya atmosfera şer. Aramiya şêniyên kampan têk dibe. Bi taybetî êrîşa li ser binesaziya herêmê ziyaneke madî li herêmê çêkir. Ji aliyekî ve hewl tê dayin ku zirara hatiye dayin bê çareserkirin, li aliyê din jî bersiv ji pêwîstiyên li kampan bê dayin ku ev yek Rêveberiya Xweser tengav dike. Di heman demê de li pêşiya jiyaneke aram, aştiyane û ewle ya koçber û penaberan dibe asteng. Tevî van hemûyan jî Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe piştgiriyê dide koçber û penaberan."