Bi wesîleya 4’ê Nîsanê broşur hatin belavkirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan broşur hatin belavkirin.

BI WESÎLEYA 4'Ê NÎSANÊ BROŞUR HATIN BELAVKIRIN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê şevê din li 9 navendan bi minasebata 4’ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîrozbahî hatin lidarxistin.

Dî pîrozbahiyên ku bi deh hezaran kes tevlî bûn de, broşurên ku jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vedibêjin û ji aliyê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ve hatine amadekirin jî, hatin belavkirin.

Broşurên bi zimanê Erebî û Kurdî hatine amadekirin, ji aliyê welatiyan ve eleqeyek mezin dîtin.