Bi sed hezaran Efrînî bi komkujiyê re rûbirû ne

Dewleta Tirk ji şevê din ve navenda bajêr a Efrînê bombe dike, ku li bajêr bi sed hezaran mirov dijîn. Ji şevê din ve 8 sivîl ji ber êrîşên artêşa Tirk şehîd bûn ku 4 ji wan zarok in. Bi dehan kes jî birîndar bûn.

Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê kete roja 55’an.

Ji şevê din ve dewleta Tirk taxa Eşrefiyê, Tirindê, Mehmûdiyê û tevahiya bajêr dide ber obûsan û balafirên şer.

Ji ber bombeyên dewleta Tirk ji şevê din ve 8 sivîl şehîd bûn, 4 jê zarok in. Bi dehan kes jî birîndar bûn. Li Efrînê ku bombekirina bi rengekî bê navber didome, gel jiyana xwe didomîne û li derve ne.

Li navenda Efrînê bi sed hezaran kes dijîn û bi komkujiya dewleta Tirk û çeteyên wê re rûbirû ne.