Bi merasîmekê şehîdên Berxwedana Rûmetê veşartin
Bi hezaran şêniyên Kobanê cenazeyên 4 şehîdên QSD‘ê li Goristana Şehîd Dîcle bi merasîmekê veşartin
Bi hezaran şêniyên Kobanê cenazeyên 4 şehîdên QSD‘ê li Goristana Şehîd Dîcle bi merasîmekê veşartin
Bi hezaran şêniyên Kantona Kobanê bi merasîmekê 4 şehîdên Hêzên Sûriye Demokratîk; Ehmed Muslim (Jiyan Kobanê), Muslim Umer (Şiyar Kobanê), Mehmûd Îbrahîm (Mehmûd Kobanê) û Ehmed Kerez ( Ehmed Sirîn) ên ku di Berxwedana Rûmetê de li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li bajarokê Eyn şehîd bûbûn veşartin.
Şêniyan wêneyên her çar şehîdan hildan û dirûşmên silavkirina Berxwedana Rûmetê û şermezarkirina êrîşên Tirkiyê berz kirin.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endamê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Hisên El-Şêx axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. El-Şêx wiha domand: "Çareserî li Sûriyê ji bakurê wê destpê dike. Bi hezaran şehîdan canê xwe kirin qurban ji bo ku şêniyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan di nav azadî û aştiyê de bijîn. Goristana Şehîda Dîcle mînaka cewhera jiyana hevbeş û biratiya gelan e. Goristanê şehîdên herêmê ji tevahiya pêkhateyên wê hemêz dike."
Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan di nava berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin veşartin.