Bi merasîmeke heybet cenazeyê şehîdên Efrînê spartin axê

Li Efrînê bi tevlîbûna hezaran welatiyan cenazeyê 23 şehîdên Berxwedana Serdemê ya Efrînê bi merasîmeke heybet ve spartin axê.

Bi hezaran welatiyên Efrînê cenazeyên 18 şervanên QSD’ê û 5 welatiyên sivîl ên di berxwedana Efrînê de şehîd bibûn merasîemeke heybet lidar xistin û spartin axê.

Bi armanca merasîma 18 şervanên QSD’ê û 5 welatiyên sivîl bi hezaran welatiyên sivîl li pêşiya nexweşxaneya bajêr kom bûn û cenazeyên şehîdan di nava tilîlî û durişmeyan de wergirtin. Welatiyan darbestên şehîdan li ser milên xwe kirin û di nava kolanên Efrînê re geriyan û durişmeyên “Bijî Berxwedana Serdemê ya Efrînê”, “Şehîd namirin”, “ Serkeftin para me ye, em ê axa xwe ji qirêjiya çeteyan paqij bikin “û “Bimire dîktator Erdogan” qîr kirin. Karwanê şehîdan li ber nexweşxaneya Dêrsim rawetiya û li vir merasîmek hate lidarxistin.

Di merasîmê de nûnerên deste û saziyên rêveber û hevseroka Meclîsa Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif, Endama Meclîsa Damezrêner a Federaliya Bakurê Sûriyeyê Rojhilat Efrîn û malbatên şehîdan amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî ve destpê destê kir. Piştre jî Hevseroka Meclîsa Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif axivî û bang li welatiyan kir ku asta berxwedana xwe li dijî hovîtiya dagirkeran bilind bikin û êdî dîrok şahidê destdirêjiya dewleta Tirk e û wiha got: “Divê em hevgirtina xwe xurtir bikin û dîrok wê îspat bike ku efsaneyên dîrokî bi xwîna şehîdan hatiye nivîsandin.”

Di merasîmê de Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Sureya Hebeş sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest û got ku gelê Efrînê ti carî serê xwe ji dagirkeran re natewîne.

Di dewama merasîmê de li ser navê malbata şehîd Barîn birayê wê Ehmed Mistefa Umer axivî û soza şopandina rêya xwîşka xwe da û got ku wê vegerin gundê xwe yê Kantona Şehba û tola xwe ji artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst ên girêdayî wê hilînin.

Her wiha apê şehîd Demhat, Fexrî Henan bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir ku hevgirtina xwe li dijî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê xurt bikin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîdan bi dirûşam “Şehîd Namirin” û tilîliyên dayîkan ve spartin axê.

NAVÊN ŞEHÎDAN

 Egîd Şêxo (Demhat), Ehmed Osî (Ronî Efrîn), Xebat Bilal (Xebat Heleb), Ehmed Bîlal (Egîd Gîvara), Şêrvan Îbîş (Şêrvan), Ehmed Casim (Ehmed), Ebûzor (Hesen), Ronî Ebdo (Ronî), Şiyar Hebeş (Şiyar), Mistefa Qedûr (Mistefa), Munzir Mistefa (Munzir), Ehmed Hemo (Ehmed), Basil Qerehesen (Basil), Mistefa Mistefa, Elî Hembaşo (Elî), Mihemed Mihemed (Mihemed). Her wiha bi awayekî sembolîk cenazeya şervana YPJ’ê Emîne Umer (Barîn Kobanê).

DÎMEN: AXİN QAMİŞLO