‘Bi kêf û xweşî tevlî şoreşê bû’ -NÛ BÛ
Yek ji şervanên YPG’ê Nûreddîn Gulo ku di sala 2010’an de dema li Rojavayê Kurdistanê şoreşê dest pê kir tevlî şoreşê bû, li gelek qadan kar kir. Di sala 2013’an de li Helebê tevlî karwanên şehîdan bû.
Yek ji şervanên YPG’ê Nûreddîn Gulo ku di sala 2010’an de dema li Rojavayê Kurdistanê şoreşê dest pê kir tevlî şoreşê bû, li gelek qadan kar kir. Di sala 2013’an de li Helebê tevlî karwanên şehîdan bû.
Dayik Şemsîxan Gulo qala kurê xwe Nûreddîn Gulo dike û dibêje, timî êş, azar û zextên li ser Kurdan ji kûrahiya dilê xwe hîs dikir û dixwest tevlî nava refên gerîlayên Azadiya Kurdistanê bibe. Dayik Şemsîxan Gulo bi van gotinan qala zarokatiya Nûreddîn Gulo dike: “Nûreddîn zarokê min ê pênçemîn bû. Di sala 1995’an de hatiye dinê û navê wî jî navê şehîd Mustafa ye. Di zarokatiya xwe de zarokek jîr û rehet bû. Zarokek pir aram bû. Tu carê weke zarokên din pirsgirêkên xwe bi deng nedianî ziman. Ji pez û sewalan gelek hez dikir û timî bi pez re eleqeder dibû. Nûreddîn herdem ji aliyê hevalên xwe ve dihat hezkirin.”
‘HER KES BI DAXWAZ Û PÎROZBAHIYÊ TEVLÎ ŞOREŞÊ DIBE’
Dayik Şemsîxan Gulo anî ziman ku kurê wê bi şahî û pîrozbahiyekê tevlî şoreşê bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di sala 2010’an de şehîd Nûreddîn bang li hin kesan kirî bû ku soza xwe bide û tevlî şoreşê bibe. Gelek heval kom bûn û bi şahiyekê tevlî şoreşê bû. Li ser vê axê tu kes zorî tevlî şoreşê nabe, herkes bi dilxweşî û pîrozbahiyan tevlî dibe. Wextê êriş li ser axa Rojava çêdibe ji bav, dayik, bira, xwişk û kalepîran bigre herkes cihê xwe li refên pêş digirin. Di wextê êrişên li ser Serêkaniyê de şehîd Nûreddîn 10 rojan winda bû û heta carekê şahadeta wî hate ragihandin. Di şer de di nava şervanan û çeteyan de dimîne û bi matora çeteyan xwe xilas kir û gihişt hevalên xwe yên YPG’ê.”
‘MIN GELEKÎ DIXWEST CAREK DIN WÎ BIBÎNIM’
Dayik Şemsîxan Gulo destnîşan kir ku piştî mêrxasiya Serêkaniyê bi dawî bû, êrişên çeteyan li ser taxa Şêx Meqsûd ya Helebê zêde bû, Nûreddîn jî berê xwe dide qada şer û got: “Çeteyan li taxa Şêx Meqsûd gaza bi kîmyewî bi kar dianî. Wê demê ji ber rê girtî bûn agahiya min jê tune bû. Bavê wî agahî dan min û got, derbasî Helebê bûye. Min gelek dixwest carek din wî bibînim, lê çênebû. Li Helebê demek dirêj kar kir. Di şerê Bigarê de şehîd dikeve. Di heman şerî de şehîd Gulê Selmo jî hebû. Piştî demekê di saet 12.00’an bi rêya telefonê li me geriya û em bi hevre axivîn. Wê demê bi giranî birîndar bûbû. Lê qet agahî neda me. Piştî wê çar rojan û şûnde di 10.09.2013’an de agahiya şehadeta çar şervanan hate. Lê min qet texmîn nedikir ku Nûreddîn şehîd ketiye. Her kesê agahiya şehadetê bihîstî bû tenê agahiya me tune bû.”