Bi hezaran li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk meşiyan

Bi hezaran welatiyên Minbicê, li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan.

Bi hezaran şêniyên bajarê Minbicê, endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê, li pêşiya çerxerêya Sefîniyê ya ku dikeve ser rêya Helebê ya bajêr dest bi meşekê kirin.

Xwepêşandêran wêneyên şehîdên Berxwedana Rûmetê, di wan de wêneyê  Sekretêra Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef hilgirtin, her wiha pankartin bi nivîsên "Bi pêşengtiya jina Sûriyê re wê Berxwedana Rûmetê bi ser bikeve’, ‘Ciwanên Minbicê, em ê heta rizgarkirina herêmên xwe ji dagirkerê Osmanî li ber xwe bidin’, ‘Pêkhateyên Minbicê dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin" hilgirtin. 

Xwepêşandêran alên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Sûriyê Pêşerojê, Meclîsa Jinên Sûriyê, Meclîsa Jinên Minbicê û Gundewarên wê, Ciwanên Şoreşger hilgirtin û sloganên "Girê Spî heta mirinê bi te re ye’,’ Serêkaniyê em heta mirinê bi te re bin, bi can bi xwîn em bi tere ne ey Minbicê’, ‘Bi can bi xwîn em bi tere ne ey şehîd" berz kirin.

Meş li qada giştî ya bajêr veguherî mîtîngê. Piştî deqeya rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan, li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên wê hevserokê Meclîsa Rêveber Mihemed Xêr Şêxo axivî. Şêxo û îşaret bi pêngava"Kaniya Aşîtiyê" kir ku zarok, şênî û sivîlên bêguneh bi çekên di nava cîhanê de qedexe ne li Girê Spî û Serêkaniyê qetil dike û wiha pê de çû "Wan  pêngava"Neba El-Selam" ragihandine, em jî navê Berxwedana Rûmetê lê dikin." Şêxo di dawiya axaftina xwe de got, lehengên me di çeperên şer de dîrok û efsaneyan dinivîsînin.

Piştre li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî Faroq Maşî axivî û banga yekîtiya gelê Sûriyê kir, her wiha bal kişand ser rola berxwedanê û şehîdên berxwedanê yên li hemû xaka Sûriyê.

Her wiha ser navê Partiya Sûriyê Pêşerojê serokê saxê Minbicê Azab Abûd axivî û got, ew îro li dijî dagirkeriya Tirk û komkujiyên der heqê mirovahiyê de disekinin, artêşa Tirk û çeteyên wê rojnemevan û nûçegihanan dike armanc, ji ber rastiya hovîtiyê ji raya giştî re radigihînin.

Li ser navê Meclîsa Jinên Minbicê û Gundewarên wê Rêvebera Meclîsê Nadiya Milhim axivî û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kir û wiha anî ziman: “Di encama êrîşan de bi dehan sivîl şehîd bûn û bi sedan jî birîdar bû, her wiha bi sedhezaran jî koçber bûn.”Nadiya di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan da.

Di dawiya mîtîngê de ser li ser navê Meclîsa Ciwanan Hevseroka Meclîsê Esama Remo axivî û îşaret bi qehremaniya QSD’ê ya li bajarê Serêkaniyê kir û got, wê dawiya faşîzma Tirk li Serêkaniyê be û serkeftin ya berxwedan û mirovahiyê ye.