Bi êrîşa li ser Efrînê emrê terorê dirêj dikin
Partiyên siyasî ên Efrînê nerazîbûnên hevpar li hemberî êrîşa dagirker nîşan didin.
Partiyên siyasî ên Efrînê nerazîbûnên hevpar li hemberî êrîşa dagirker nîşan didin.
Partiyên siyasî ên li Efrînê bêdengiya civaka navdewletî ya derbarê êrîşa Artêşa Tirk a li ser Efrînê, wekî bi metirsiyan pênase kir û êrîş bi tundî şermezar kirin.
Partiyên siyasî ên herêma Efrînê bêdengiya civaka navdewletî ya derbarê êrîşa dewleta Tirk û komên girêdayî wê ya li ser Efrînê bi tundî şermezar kirin. Partiyên siyasî derbarê mijarê de daxuyaniyek dan.
Daxuyanî li ber avahiya Meclîsa Zagonsaz a Efrînê ji aliyê Endamê Komîteya Amadekar Reşîd Şeban ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Ji 20’ê Çile ve Dewleta Tirk bi awayekî hovane êrîşî Efrînê dike. Di êrîşa xwe de hemû cûreyên çekan ên esmanî, bejahî û topbaran û bombebaranê li ser gund û bajarokên sivîl pêk tînin. Di encamê de bi sedan welatiyên sivîl bûne qurbanî. Di nav de jin û zarok hene. Di heman demê de gelek ziyana mezin di binsaziya herêmê de pêk hat, dibistan, mal, cihên dîrokî û herêma parastina bendava Meydankê ziyan dîtin. Ev êrîş li dijî hemû belge û peyamên navdewletî pêk hat. Beranberî vê yekê heta niha civaka navdewletî bêdeng e.
Êrîşa dewleta Tirk ku bi bermahiyên hêzên tundrew pêk hatiye, her wiha bi pîrozkirina Koalîsyona Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê û komên Birayên Misliman pêk hatiye.
Êrîşa dewleta Tirk a li dijî Efrînê û hêzên YPG,YPJ û QSD’ê, dixwazin emrê hêzên terorist ên wekî DAÎŞ û Cebhet El-Nusra dirêj bikin, di heman demê de dixwazin rol û hebûna kurdan li Bakurê Sûriyeyê lawaz bikin. Armanca wan bi vê yekê ku demografiya herêmê bidin guhertin. Her wiha dixwazin tevlîheviyê di navbera niştecihên heman welatî de derbixin. Cardin dixwazin xaka Sûriyeyê dagir bikin. Divê dewleta Sûriyeyê jî beranberî vê yekê parastina welatiyên xwe û sînorê xwe bike û bikeve tevgerê.
Di dema ku em êrîşa Dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar dikin, em êrîşa li ser Efrînê wekî êrîşa li ser tevahiya Sûriyeyê û gelê wê dibînîn. Her wiha em bang li civaka navdewletî û bi taybet Rûsya û Amerîka dikin ku erk û berpirsyariyên xwe pêk bînin da ku êrîşa hovane ya Artêşa Tirk bide rawestandin. Em bang li rêxistinên mirovanî û hiqûqî dikin ku ji bo parastina sivîlan tevbigerin û alîkariya wan bikin da ku felaketek insanî pêk neyê.”
Partiyên li ser vê daxuyaniyê îmze kirin ev in:
Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (El-Partî)
Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê
Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê
Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD)
Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê(Yekîtî)
Navenda Têkiliyan a Dîplomasî ya TEV-DEM- Efrîn
Hevgirtina Niştîmanî ya Demokratîk