Bi deh hezaran kes berê xwe didin Efrînê
Gelê Bakurê Sûriyeyê ji bo di Berxwedana Serdemê de cihê xwe bigirin û li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker rawestin, berê xwe didin Efrînê
Gelê Bakurê Sûriyeyê ji bo di Berxwedana Serdemê de cihê xwe bigirin û li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker rawestin, berê xwe didin Efrînê
Îro saetên sibehê de bi deh hezaran kes li ser banga seferberiyê ya Bakûrê Sûriyeyê bi armanca xwedîderketinê li gelê Efrînê, şervanên QSD‘ê û di Berxwedana Serdemê de cih bigrin, ber bi herêma Efrînê re bi rê ketin.
Di çalakiya ji dehan wesayîtan pêk tê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPJ/YPG û QSD, û pankartên ‘Ji bo dagirkerî û qirkirinê NA’ hatin berzkirin.
Gelê ku derketi ser rêyan wê li herêma Firatê li hev bicivîn û ber bi Efrînê ve biçin.