Beşdarên komxebata Efrînê: Divê Tirkiye li dadgehên navneteweyî were darizandin

Beşdarên komxebata Efrînê diyar kirin ku Tirkiye bi vegerandina koçber û penaberên ji Sûriyeyê dîsa hewl dide demografiya Efrînê biguherîne û gotin “Divê Tirkiye li dadgehên navneteweyî were darizandin.”

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê li Kampa Berxwedana  Şehbayê ji bo êriş û sûcên mirovî yên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê dikin, bigihînin cîhanê komxebatek lidarxistibûn. Hin beşdarên komxebatê bi rêya înternetê tevlê bibûn. Komxebat ji sê beşan pêk hat. Beşa dîrokî, beşa binpêkirinên ku li ser Efrînê tê kirin û beşa li ser çareserî û bidawîkirina dagirkeriya li ser Efrînê.

Piştî qedandina komxebatê beşdarên komxebatê ji ANF’ê re axivîn. 

Hevserokê Yekîtiya Parêzeran a Herêma Efrînê Cibraîl Musfeta qala girîngiya komxebatê kir û got “Ji partiyên cihê jî gelek kes tevlî komxebatê bûne. Ev jî rewşeke erênî ye. Di heman demê de tê zanîn ku 4 sal ji ser dagirkirina Efrînê derbas dibe û her roj êriş û sûcên li Efrînê tê kirin zêde dibe. Heta niha jî hêzên navdewletî li hemberî ev êriş û zextên li Efrînê bêdeng in. Tirkiyeyê di vê demê de 18 cih dane avakirin û dixwaze malbatan li vir bi cih bike. Herî dawîn Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan diyar kiribû wê milyonek koçberên Sûriyeyê vegerînin û wê van koçberan li herêmên wekî Îdlîb, Ezaz û Babê bi cih bike lê di axaftina xwe de qala Efrînê nekir. Lê di rastiyê de wê hemûyan li Efrînê bi cih bike. Ji ber ku Tirkiye ji dîrokê heta niha her tim rewşên navdewletî li gorî xwe bi kar tîne. Di vê demê de her kes bi şerê Rûsya û Ûkraynayê mijûl e, Erdogan jî dixwaze li wir projeya xwe pêk bîne.”

Sekreterê Giştî yê Partiya Guhertin û Ronesansê ya Sûriyeyê û Endamê Şandeya Cenevreyê Mustefa Qelecî jî li ser girîngiya komxebatê axivî û got “Çawa ku Tirkiye dagirker e, hevkarên wê jî li Astanayê hene. Di wan civînên Astanayê e yek ji biryarên wê civînê yekîtiya xaka Sûriyeyê bû lê dema ku yekîtiya xaka Sûriyeyê çêbibe, Tirkiye jî dibe yek ji endamên civîna Astanayê û xaka Sûriyeyê dagir dike. Divê dagirkirina Efrînê baş were fêmkirin heke civaka navneteweyî destûr nedabûya Tirkiyeyê wê Tirkiye û hevkarên wê nikaribûna xaka Sûriyeyê dagir bikin. Divê em bi rêya rêxistin û saziyên civakî em berê xwe bidin gelên navneteweyî. Ji ber ku a niha gelên li Efrînê li Şehbayê di kampan de dijîn.”

Endamê Rêveberiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a Herêma Cizîrê Hisên Ezam jî axivî û got “Di vê komxebatê de me dît ku divê kiryarên Tirkiyeyê bên teşhîrkirin. Tirkiyeyê dema ku Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê dagir kir û heta niha ev kiryarên dewleta Tirk didome. Divê ev kirinên dewleta Tirk di dadgehên navneteweyî de bên darizandin. Divê dinya bizanibe ku bi ev kiryarên tên kirin re li herêmên dagirkirî demografî diguhere.”