Berxwedaniya xwendekarên Efrînê li Şehba

Ji ber êrîş û topbaranên dewleta Tirk ya li ser Efrînê, xeyal û planên bi hezaran xwendekarên Efrînê ya ji bo pêşerojê ser û binî bûn lê xwendekarên Efrînê tu carî teslîmkarî qebûl nekirin û li herêma Şehbayê bi pênûsên xwe berxwedaniya xwe bilind kirin.

xwendekarên Efrînê yên ku ji destpêka şoreşa Sûriyê heta niha tu carî teslîmkarî qebûl nekirine û dest ji xwendiniya xwe bernedane, ji bo pêşerojê bi moraleke mezin xwendiniya xwe berdewam dikin.

Di sala 2018’an de ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê, hemû xewn, xeyal û pêşeroja xwendekarên Efrînê hatin hilweşandin û dibistanên wan hatin xirab kirin. Ji ber wê jî neçar man ji cih û warê xwe koçber bibin û berê xwe bidin Herêma Şehbayê.

Li herêma Şehbayê xwenekarên Efrînê dîsa teslîm karî qebûl nekirin û biriyar girtin ku rexmê hemû zehemtiyên koçberiyê ya li herêma Şehbayê, xwendina xwe bedomînin.

Xwendekaran li herêma Şehbayê bi alîkariya mamosteyên xwe dibistanên hatibûn hilweşandin ji nû de çêkirin, avahiyên girtîgehan weguhertin dibistanê da ku berxwedaniya xwe berdewam bikin.

Memosteya dibistana navçeya Ehdesê Emîne mihemed zehmetiyên ku heta niha pê re rû bi rû mane bi me re parve kir û got: “Her kes dizane ku em ji Efrînê koçberî herêma Şehbayê bûne, destpêkê ku em hatin Herêma Şehbayê, bandoriya şerê ku li Efrînê qewimî bû li ser taybet zarokan hebû, ji her tiştekî bi dûr ketibûn û di berî her tiştekî ji xwendinê bi dûr ketibûn.

Me xwest em dibistanan vekin, ji bo ku ew fikirê ku zarok di serê xwe de çandî derbikeve.

Me dibistana Ehdes vekir ku ew jî berê avahiya girtîgehê bû û ji ber şer di van herêman de çêbûye piranî dibistan hilweşiyabûn û derî û pencereyên xwe tine bûn. Em bi hevre bûn alîkar û me dibistan çêkir û derî û penceryên wê çêkirin û me zîndan weguhert dibistanê.

Piştre ji bo ku zarokên xwe bişînin dibistanan me serdana malbtên şagirdan kir û ev tişt serkeftinek pir mezin tê de çêbû. Me kir ku zarok ji wan fikrên ku kirine serê xwe dûr bikevin û dîsa bi xwendina xwe mijûl bibin.

Destpêkê me ji ber malbatan hinek zehmetî kişandin, ji ber ku zarokan dizanîn ku girtîgeh cihê mirovên ne baş e lê bi demê re me ew tişta di serê zarokan de hebû rakir; niha ev ne girtîgeh berku dibistan e.”

Memoste Emîne axavtinên xwe domand û anî ziman: “Derî û pencere tinebûn, dema ku roj derdiket germ dibû û dema zivistan jî dihat sar dibû, me ev tişt çareser kir û niha şagirtên me tên dibistanê û xwendiniya xwe berdewam dikin, ev tişt cihê serkeftinê ye.

Destpêkê pênûs û lênûsên şagirtan tine bûn lewre me bi rêya diyalog, semîner û helbestan xebatê xwe yê perwerdeyê berdewam kir. Her wiha me xwest ku zarok xwe tenê bi pirtûkan ve girê nede, girêdan û hezkirina şagirtan ya ji mamosteyên xwe re jî roleke pir mezin di piskolojiya xwendekaran de hebû’

Di dawîyê de memoste Emîne ev got: “Carna ev topbarana ku tê ser me û em hewldidin ku zarokan ji wan topbaranan dûr bixin, em hewldidin bi rêya xwendinê ji van fikran dûr bixin, ji berku zarokên biçûk ji wan êrîşan pir bandor dibin. Em wana fêr dikin ku ji civaka xwe hez bikin û rêzgirtinekê li hember mirovan nîşan bidin, ev ji xwe serkeftinek e.”