'Berxwedan û têkoşîna gel û gerîla wê bigihêje azadiyê'

Endamê Desteya Rêveberiya Giştî ya PYD'ê Ehmed Xoce diyar kir ku faşîzma dewleta Tirk bi êrîşên xwe dixwaze gelên herêmê qir bike û destnîşan kir ku ew ê bi şerê gel ê şoreşgerî, rêxistin û baweriya xwe bi ser bikevin.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastina Medyayê ku ji 17’ê Nîsana 2022’an ve daye destpêkirin û êrîşên li ser Bakur û Rojilayê Sûriyeyê ku ji 19’ê Mijdara 2022’an ve daye destpêkirin, bênavber dewam dikin. Têkîldarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker Endamê Desteya Rêveberiya Giştî ya PYD’ê Ehmed Xoce ji ANF’ê re axivî.

Ehmed Xoce bal kişand ser êrîşên li ser Herêmên Parastina Mediyayê û wiha got: "Ne cara yekemîn e ku faşîzma Tirkiye êrîşên Herêmên Parastina Medyayê dike. Faşîzma dewleta Tirk bi êrîşên xwe re dixwaze qirkirinê pêk bîne. Armanca wan ya bingehîn tunekirina gel û gerîla ye. Ji ber vê yekê zêdeyî 40 sal in dixwaze çavkaniya berxwedan û îradeyê tune bike, lê têk diçe."

Xoce wiha dewam kir: "Hêza ku dixwestin tune bikin, vaye bi mîlyonan rabûna ser piyan û ji bo azadiya gelên bindest li ber xwe didin. Lê tehemila faşîzma Tirk li hemberî îrade û berxwedaniyê tune ye. Ji ber vê yekê ji 17’ê Nîsanê ve bi her curên çekên qedexekirî û balafiran êrîşê Herêmên Parastina Mediyayê dike. Lê tevî teknîka xwe, li hemberî îrade û berxwedaniya gerîla têk çû. Bi hezaran leşkerên wan hatin kuştin, lê ji bo ku têkçûna xwe eşkere neke, leşkerên xwe şewitand."

‘BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNA GEL Û GERÎLA WÊ BIGIHÊJE AZADIYÊ’

Xoce işaret bi aloziyên aborî û siyasî yên faşîzma Tirkiyeyê kir û wiha domand: "Di mehên pêş de wê li Tirkiyeyê hilbijartin çebibin û her wiha Peymana Lozanê jî bi dawî dibe. Ji ber vê yekê dixwaze Herêmên Parastina Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriye yê dagir bike. Li aliyê din jî dixwaze xwe di qeyrana ku tê de ye rizgar bike. Destpêkê bi hêzên terorê yên weke DAÎŞ’ê gelan tune bikin, lê dîsa jî têk çûn."

Xoce diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji Şehba heta Dêrikê bi balafirên bê mirov ên bi çek êrîşê gelên herêmê dike û wiha got: "Dewleta Tirk sivîl û pêşengên gel dike hedefa komkujiyên xwe. Armanc têkbirina îradeya gelan e, lê dîsa têk diçe. Çekên ku di peymana cîhanî de qedexekirîne bikartîne, lê raya giştî, dewletên Ewropa ji bo vê yekê bêdeng in. Naxwazin berjewendiyên xwe ji Tirkiye qut bikin."

Xoce di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku berxwedan û têkoşîna gel û gerîla wê bigihe azadiyê û anî ziman ku ew ê bi şerê gelê şoreşgerî, rêxistinî û baweriya xwe re bi ser bikevin.