Berpirsyarê çeteyên DAÎŞ’ê yên kampa Holê hate destgîrkirin
Yekîneyên Antî-Terorê yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hindurîn bi operasyonekê berpirsê DAÎŞ’ê yê kmpa Holê destgîr kirin.
Yekîneyên Antî-Terorê yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hindurîn bi operasyonekê berpirsê DAÎŞ’ê yê kmpa Holê destgîr kirin.
Di encama mikurhatina çeteyekê DAÎŞ’ê yê li kampa Holê hatibû destgîrkirin de Hêzên Antî-Teror yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hindurîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berpirsekî paye bilind ê DAÎŞ’ê destgîr kir.
Hate diyarkirin ku DAÎŞ’yê bi navê Ehmed Xeşaî (Ebû Xalid) berpirsê kampa Holê ye.
Her wiha hate zanîn ku çeteyê bi navê Ebû Xalid sala 1992’an li parêzgeha Enbar a Iraqê jidayîk bûye û di erkên mezin de cih girtiye.