Belgefîlma nû ya Komuna Fîlman a Rojava

Fragmana belgefîlma ‘Evîn di rûyê qirkirinê de’ ya li ser dengbêjiya Şengalê hate weşandin. Şêro Hindê derhênerê vê belgefîlmê ye.

Fragmana belgefîlma ‘Evîn di rûyê qirkirinê de’ ya li ser dengbêjiya civaka Êzidî ya Şengalê hate weşandin.

Şêro Hindê derhêneriya belgefîlmê kiriye û Mehmûd Berazî jî muzîka wê çekiriye. Ev belgefîlm berhema Komuna Fîlman a Rojava ye.

Qeydkirin û produksiyona vê belgefîlmê bi qasî 3 salan domiya û qala formên cihê yên dengbêjiya Şengalê tê kirin.

Hate diyarkirin ku belgefîlma ‘Evîn di rûyê qirkirinê de’ wê Festîvala San Sebastîan di serî de, di gelek festîvalên navneteweyî de were nîşandan.